Ji bo şehîdên Fermanê li Şengalê konê xêrê hate vedan 

Li navenda Şengalê Desteya Eşayîrî ji bo şehîdên fermanê bi diruşmaya ‘Xweseriya Şengalê û Yekîtîya gelê Êzidî pêşîgirtina fermanê ye’ konê xêrê hate vedan. Bang li xwedî derketina Xweseriya Şengalê hate kirin û gotin: “Xwedî derketina Xweseriya Şengalê wê rê li fermanên nû bigre.”

Civaka Êzidî ji bo bîranîna fermanê her roj di nav çalakiyan de ne. Îro li navenda Şengalê serokeşîrên Şengalê ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’ê Tebaxê kon vedan. Kona xêrê bi diruşmeya ‘Xweseriya Şengalê û Yekîtîya gelê Êzidî pêşîgirtina fermanê ye’ danê siharê di saet 10.00’an de bi tevlîbuna gelek serokeşîr û xelkê Şengalê despêkir.

Ji sazî û dezgehên Reveberiya Xweser a Şengalê, Endama Tevgera Azadiya Jinên Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demoratîk a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), Asayîşa Êzîdxanê, Saziya Malbatên Şehîdan, Oldarên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û gelek ji xelkê Şengalê tevlî çalakiya kon vedanê bûn.

Wek mêvan jî Nûnerên Qayit Emeliyat, Berpirsên Mixabirate Şengalê, Nûnerên Midûrê Emir Watanî, Midûrê Şaredariya Şengalê, Qeymaqamê Şengalê, Nûnerên Midûr Şirtayên Şengalê, li ser navê Nûnerên Şîan jî Seyîd Ciwat û Sayîd Mehmûd tevlî çalakiya kon bûn.

Piştî rêzgirtina li ser rihê Şehîdên 74 fermanê li ser navê Desteya Eşayîrî Nayif Şemo, ji Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, Berdevkê Qeyit Emelyat Eqid Mislim, Qeymaqemê Şengalê Fehid, Serokê PADÊ Emer Salih, yek ji Oldarên Êzidiyan Mam Faxir û li ser navê Hizba Teqaddum Seyid Bettuş ve axatin hate kirin.

Piştî axaftinan xwarina xêrê li ser xelkê hate belavkirin û çalakiya kon vedanê bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button