KCK’ê bang li Êzidiyan kir: Li warê xwe vegerin û ji bo Êzidxana azad têbikoşin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên fermana Şengalê bi bîr anî û hate gotin; “Ev komkujiya ku DAIŞ’ê li ser civaka me ya Êzidî pêk anî, di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û bi êş e. Em bang li Êzidiyan dikin ku li warê xwe vegerin û ji bo pêkanîna armanca Êzidxana azad bikevin nava hewldanan.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin gotin:

“Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî komkujiyên mezin hatine. Di encama van komkujiyên ku gelê me yê Êzidî weke Ferman pênase dike, her carê komkujî pêk hatin, gel ji warên xwe hatin koçberkirin, êşên mezin hatin jiyîn. Sedema van komkujiyên li ser gelê me yê Êzidî ew bû ku Êzidî xwedî bawerî û çandeke cuda bûn û dixwestin li gorî wê bijîn. Êzidiyan di dîrokê de tu carî zirar nedaye tu civakekê, zext li kesî nekirine û bi zorê tiştek nekirin. Tenê hewl dane ku bawerî û çanda xwe azad bijîn û hebûna xwe biparêzin. Ji ber ku ev mafê herî xwezayî yê her gelî ye, pêwîstiya civakbûnê jî vê yekê dixwaze. Di dirêjahiya dîrokê de Êzidiyan dewlet ava nekirine, lewma jî têgihîştina zilm û serweriyê di kevneşopiyên wan de cih negirtiye. Mixabin dewlet û hêzên hevkar ku bi feraseteke zext û desthilatdariyê tevdigerin di dîrokê de qirkirin li ser Êzidiyan ferz kirin û gel qetil kirine. Êzidiyên ku di dîrokê de rastî bi dehan fermanan hatine, ji bo ku xwe ji komkujiyan dûr bixin û ji bo parastina bawerî, ziman, çand û nasnameya xwe ya gelan li çiyayên Şengalê bi cih bûn û hewl dan bijîn. Ji ber vê yekê Êzidî çiyayê Şengalê û erdnîgariya wê weke welatekî pîroz dibînin.

Fermana herî mezin e

Komkujiya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat destpêkirin û gelê Êzidî weke Fermana 73’emîn pênase kir, dewama komkujiyên ku di dîrokê de hatin kirin bû û di vê komkujiyê de hat xwestin ku qirkirina Êzidiyan were bidawîkirin. Di vî warî de fermana 73’yemîn di dîrokê de ferman û qetlîama herî mezin a Êzidiyan bû. Tevî bi dehan komkujiyên ku hatin kirin jî, gelê Êzidî li ser erdnîgariya Şengalê bi cih bûye, hebûna xwe domand û baweriya xwe gihand roja îro. Ji ber ku hêzên qetlîamker girîngiya Şengalê ji bo gelê Êzidî dizanibûn, plan kirin ku rasterast êrîşî Şengalê bikin. Heke ev êrîş wekî plana wan bi ser bikeve wê hemû gel bihata qetilkirin, pê re jî wê êrîşkaran berê xwe bide Şêxan û Laleş di serî de hemû cihên ku Êzidî lê dijîn û wê civaka Êzidî ji holê bihata rakirin. Jixwe PDK’ê berê biryara xwe dabû û li gorî amadekariya xwe dema ku qetlîamê dest pê kir, gelê Şengalê bi tenê hişt reviya û gel ji bo qetlîamê hişt. Dewlet û artêşa Iraqê jî xwedî li  berpirsyariyên xwe derneket û li hemberî qetlîaman gel neparastiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mudaxeleyî vê rewşê kiriye û nehiştiye ku li ser gel qetlîam were kirin.

Berpirs PDK’ye

PDK berpirsê Qetlîama Şengalê ye. Her kes dizane ku DAÎŞ maşikeke agir e û çeteyên ji bo cînayetan e. Li Şengalê jî PDK û serweriya PDK’ê hebû. Vê rewşê berpirsyarî dida PDK’ê ku divê gel biparêze.  Lê PDK li gorî vê berpirsyariya xwe tevnegeriyaye, gel di halê wê de hiştiye û ew reviyaye. Dema ku PDK’ê gelê Şengalê bê parastin hişt û reviyan, çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran Êzidî qetil kir, dest danî ser jinên Êzidî û ew li bazaran wekî koleyan firotine. Ev rewşa ku di warê mirovî de jî gelekî giran e, bêguman PDK ye ya ku divê gel biparasta û gel li hemberî qetlîamê bê parastin hişt. Ji dêvila ku li hemberî vê rewşê divê lêpirsîneke dîrokî were kirin û PDK xwe rexne bike, PDK û hevkarên wan wekî ku rewşeke wisa tune, tevdigerin, wî heqî bi xwe re dibînin ku li ser Şengal û civaka Êzidî gotinan dikin. Bêguman li cem gelê Şengalê û gelê Kurd tu nirx û qîmeta vî tiştî tune. Vê şerm û rûreşiya dîrokî ne gelê Şengalê û ne jî gelê Kurd wê tu carî ji bîr nekin.

PDK’ê fîşekek jî berneda û gel ji qetlîamê re hişt, ev jî diyar dike ku haya wê ji qetlîamê hebû. Ev rewşeke gelekî zelal e. Heke ne wisa bûya, wê teqez hinek pêşmergeyan şer bikirina, yan jî dema ku reviyan wê cebilxane û çekên xwe ji gel re bihiştina. Lê ji ber ku haya PDK’ê ji qetlîamê hebû û plana xwe ya revê ji berê ve diyar kiribû, encameke wisa derket holê. Beriya qetlîamê civîn hatine kirin ku wê Şengal û cihên din çawa ji aliyê DAÎŞ’ê werin bi dest xistin û tê zanîn ku PDK jî tevlî van civînan bûye. Hêzên ku tevlî van civînan bûne, sersebeb û hevkarên qetlîama Şengalê ne.

Gerîla komkujî da sekinandin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê mudaxeleyî êrîşên DAÎŞ’ê kir û nehişt ku rewşeke girantir derkeve holê. Civaka Êzidî dema ku dît gerîla li dijî DAÎŞ’ê şer kir û gerîla pêşiya qetlîamê girt, civaka Êzidî jî xwe da gel gerîla, tevî gerîla dest bi têkoşînê kir û qetlîam wisa hate sekinandin. Hêzên YPG û YPJ’ê jî wekî hêzeke mudaxele û piştgiriyê hatin qadê, ji bo pêşîlêgirtina qetlîamê roleke girîng lîstin.

Piştî qetlîamê jin û xortên Êzidî ji bo parastina Şengalê hatin ba hev, rêxistina parastinê ava kirine û ev tişt ji bo gelê Şengalê gaveke gelekî girîng û dîrokî bûye. Bi têkoşîna hêzên Şengalê DAÎŞ ji Şengalê hate avêtin û Şengal hate rizgarkirin. Gelek qehremanên mezin ên wekî Şehîd Zerdeşt, Saît, Mam Zekî, Dijwar, Nazê, Gulçîn û Bêrîvan ji bo avêtina vê gava dîrokî, parastin û azadkirina Şengalê de pêşengtî kirine. Jinên Êzidî jî di warê leşkerî û siyasî de di her astê xwe de xwe rêxistin kirine, ji bo jiyan were azadkirin û dîsa were avakirin pêşengtî kirine, hesap ji qetlîam û qetlîamkeran xwestine û bersiva herî watedar û rast dane wan.

Xweparastin mecbûrî ye

Xelkê Şengalê ku di tevahiya dîrokê de komkujî lê hate kirin, di sedsala 21’ê de jî rastî komkujiyê hat. Lewma xweparastin û ji aliyê siyasî ve jî xwebirêxistinkirina xelkê Şengalê ne tenê mafeke, di heman demê de mecbûriyeteke. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bi wate û rast dibînin ku xelkê Şengalê bi îradeya xwe xwedî mafê gotinê be û xwe biparêze. Ev helwest rewa ye û mafê herî xwezayî ye. Lewma divê her kes piştgiriyê bide xelkê Şengalê ku dixwaze li ser jiyana xwe mafê xwedî gotinê be. Piştgiriya bi vê helwestê re di heman demê de hurmeta li xelkê Şengalê ye. Yên ku vê yekê dikin mijara nîqaşê, nêta wan teqez nebaş e. Tenê yên ku naxwazin Şengal û xelkê Êzidî bibe xwedî îrade vî mafê rewa dikin mijara nîqaşê. PDK di nava helwest û nêzîkatiyeke bi vî rengî de ye. PDK ji ber ku dixwaze mîna berê li ser Şengalê serwer be, li ber xwerêveberî û xweparastina xelkê Şengalê radibe.

Êrîşên li ser Şengalê bi armanca dewamkirin û temamkirina komkujiyên bi destê DAÎŞ’ê hatibûn kirin e. Dereweke mezin e ku PKK ji bo van êrîşan weke hincet tê nîşandan. Her kes baş zane ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê piştî rizgariya Şengalê hêzên xwe ji Şengalê vekişandin. Li Şengalê artêşa Iraqê û hêzên YBŞ û YJŞ hene ku ji ewladên xelkê Şengalê pêk tên. Gotina ‘PKK li Şengalê ye’ ji aliyê PDK’ê ve bi zanebûn tê bilêvkirin. PDK ji ber ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, di mijara dagirkirina Başûrê Kurdistanê de hebûna PKK’ê weke hincet nîşan dide. PDK hewl dide bi vî rengî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya pê re rewa bike. Lê belê gelê Kurd zane ku PDK bi çi rengî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Di mijara Şengalê de jî gelê Kurd û xelkê Şengalê baş zane ku rastiya PDK’ê çi ye. Dewleta Tirk dijminê Kurdan û xelkê Êzidî ye. Ji ber vê dijminatiyê êrîşî Şengalê dike. PDK jî ji bo pêkhatina van êrîşan teşwîq dike û piştgiriyê dide. Ji xwe yê ku berê DAÎŞ’ê da Şengalê, Kobanê û deverên din, dewleta Tirk e. PDK jî dewleta Tirk dide êrîşkirin û bi sûdwergirtina ji van êrîşan dixwaze li ser Şengalê careke din serwer bibe.

PDK xelkê Şengalê yê li kampan dîl digire û hewl dide sûdê ji vê rewşê werbigire. Xelkê li kampan dîl digire, nahêle vegere Şengalê û ji bo polîtîkayên xwe yên li ser Şengalê bi kar tîne. Di heman demê de weke depoyeke dengan dibîne û ji vê rewşê sûdê werdigire. Di nava rewşeke bi vî rengî de gotina ‘PKK li pêşiya vegera xelkê li kampan asteng e’ dereweke mezin e. Xelkê me yê Êzidî baş zane ku PKK çawa nêzî wan dibe, ji bo vegera Êzidiyan a li warê xwe di nava hewldaneke çawa de ye, lewma ev gotinên PDK’ê dûrî ji rastiyê ye. Lil aliyê din hêz û nûnerên Şengalê ji bo vegera xelkê li kampan gelek caran bang kirin û ji bo vê jî hewl dan. Lê belê PDK li pêşiya vegera xelkê li kampan dibe asteng.

Rewşa dewlet û hêzên navneteweyî li pêşberî Komkujiya Şengalê ketin navê, diviyabû di mijara êrîşên dewleta Tirk, bi taybetî êrîşên li ser Şengalê de dubare nebûya. Lê belê li hemberî êrîşên PDK’ê û dewleta Tirk helwest nayê nîşandan. Ranebûna li ber êrîşên li ser Şengalê tê wateya hevkariya bi êrîşan re. Helwesta rast ew e ku piştgirî ji têkoşîna xelkê Şengalê re bê dayin ku dixwaze bi rengekî ewle bijî û li ser îradeya xwe xwedî mafê gotinê be. Helwesta rast rabûna li ber êrîşên li ser Şengalê ye. Li parlamentên gelek welatan hate destnîşankirin ku Êzidî hatine qirkirin û di vê mijarê de biryar hatin wergirtin. Em van gavan erênî û bi wate dibînin. Lê belê gelekî ku hatiye qirkirin, mafê xwe heye ku bi bawerî, çand, ziman û nasnameya xwe bijî û ev maf divê li parlament û platformên cuda di biryaran de bê destnîşankirin. Ji bo jiyaneke azad a bi çand û baweriya xwe ya xelkê me yê Êzidî ku ji ber çand û baweriya xwe hatiye qirkirin, di serî de Neteweyên Yekbûyî divê her kes xwe berpirsyar bibîne.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd di salvegera 8’an a komkujiya Şengalê de, di şexsê şehîdên komkujiyê û şehîdên di oxira rizgarkirina Şengalê de canê xwe veda kirin, em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê careke din bi bîr tînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Em dibêjin, mîna berê, niha jî em bi xelkê Şengalê re ne. Em Şengalê û xelkê me yê Êzidî weke emanetê Rêber Apo dibînin û di mijara hebûn û jiyana azad a Êzidxanê de em xwe deyndar û berpirsyar dibînin. Em careke din bang li Êzidiyan dikin ku li warê xwe vegerin û ji bo pêkanîna armanca Êzidxana azad bikevin nava hewldanan.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button