Di konferansa jinan de xwestin komkujî weke jenosîd were nasîn

Li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ dewam dike. Di gotarên destpêkê yên konferansê behsa komkujiya ser Êzidiyan hatekirin û hate xwestin komkujî li ser asta navxweyî û navnetewî weke jenosîd were nasandin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê Konferansa Jinên Iraqî ya Navneteweyî ya Derbarê Qirkirina jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em li hember jenosîda Şengalê têdikoşin’ bi tevlîbûna gelek jinên ji Iraq û pêkhateyên din li hola Otela Bexdad destpê kir. Zêdetirî 100 jin tevlî bûne. Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û tevlîbûna jinên Iraqî pêk tê. Wê konferans heta êvarî berdewam bike.

Endama Komîteya Amadekar Buşra Ebû Eys destpêkê axivî, destnîşan kir ku 3 hezar Êzîdî hatine qetilkirin û 5 hezar kes hatine revandin, 400 hezar kes koçberê Hewlêr, Duhok û Zaxoyê bûne û zêdetirî 1500 jin jî li bazarên Sûriyê rastê destdirêjî-destavêtinê hatin û weke kole hatin firotin.

Ebû Eys ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzdiyan jenosîd pêk aniye û got: “Ev tawaneke şer e û her cûre destavêtin û tundiya li ser jinan, hemû tawan di belgeyên rêxistinên navdewletî de hatine tomarkirin. Encamên ku ji aliyê berpirs, rêxistin, bijîşk û aliyên din ve hatine pêşkêşkirin, dide nîşandan ku bi her awayî êrîşî civaka Êzidî dikin û dixwazin destketiyên gelê Êzidî tine bikin.

Armanca me di vê konferansê de ew e ku em rewşa Iraq û Sûriyê bi taybetî ji bo Êzdiyan bixin rojevê, sûcên DAÎŞ’ê, kesên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê destê wan di vê qirkirinê de hene, Iraq û gelek welatên din hatine naskirin bên dadgehkirin û cezakirin.”

Piştre jî Endama Yekîneyên Jinên Şengalê Zînda Êzidxan axivî û diyar kir ku bi nêzîkbûna fermana 73’an a Êzidiyan re hê jî qirkirina li ser Êzidiyan didome û got: “Li dijî civaka Êzidî ya li ber xwe didin derdikevin. Rêbertiya me rê nîşanî me daye û em ê vê têkoşînê bidomînin.”

Êzidxan bal kişande ser berpirsiyariyên Iraq û hêzên PDK’ê ya dema qirkirinê û wiha pêde çû: “Me pişta xwe da hêzên Iraqî û PDK’ê, lê di dema êrîşê de em bi tenê hiştin. Em civaka Êzidî bûn şahidê qirkirinê, me bi hêz û îradeya xwe, heta dawî xwe parast.”

Li ser navê Hevgirtina Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê NADA Hîba Hedadîn ji konferansa jinan re peyamek bi dîmen da.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Jûlîada konferans silav kir û wiha got: “Ev cara yekem e ku em ji Rûsyayê beşdarî konferanseke bi vî rengî dibin, dijmin xwestin civaka me tine bikin, gerîla ew rizgar kirin, hêzên HPG, YPG/YPJ ew parastin. Dîsa me xiyaneta li civaka me hate kirin dît û bûn şahid. Ev yek pir giran û ji bo me mezin bû, jinên Êzidî hatin firotin û kolekirin. Me jinên Êzidî li Rûsya, Ermenistan û Gurcistanê di têkoşîna xwe ya neteweyî û gel de encamên baş bi dest xistine. Îro em dibînin ku bi yekîtî, rêxistinbûn û zanîna xwe dikarin bigihêjin armancên xwe.” Konferans di van kêliyan de jî dewam dike.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button