Gaziyê Fermanê: Ez careke din amademe biçim Êzidiyan biparêzim 

Dema sala 2014’an bi destê DAIŞ’ê fermanê li ser civaka Êzidî destpê kir, ji qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê şervan û gerîlayan xwe gihandin Şengalê û di şerê berxwedanê de cîh girtin. Gaziyê fermanê Amed Anterî yê ji Qamişlo behsa kêliya fermanê kir û diyar kir ku careke din amadeye biçe Êzidiyan biparêze.

Di ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an re 8 sal derbas bûn, lê hîn jî çarenûsa bi hezaran jin, mêr û zarokên Êzidî ne diyar e. Ferman bi saya mûdaxaleya gerîlayên HPG-YJA Star, YPG-YPJ û ciwanên Êzidî hate sekinandin û pêşî li hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hate girtin. Lê mixabin gelek windahî çêbûn, gelek êş û azar bi xwe re anî.

Ev êş û azar qasî jin dayik û zarokên Êzidî hîskir, şervanên azadiyê ku xwe gihandin hawara wan jî hîskir, bûn şahidê trajediyek ti demî ji hizrê mirovahiyê neyê jibîr kirin. Şervanên YPG’ê jî ji Rojavayê Kurdistanê xwe gihandîbûn Şengalê û şahidiya kuştî, birîndarî, bê halî, bêçaretî û perîşantiya milet kişandî kirîbûn û dilê xwe bo wan vekirîbûn, êş û azara dikşandin re bûbûn heval û wan parastîbûn. Wana ji bo parastina civakê her zehmetî dabû berçav û di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de li Şengalê birîndar jî bûbûn. Hinek ji wana ciwanên gaziyên fermanê ji Rojavayê Kurdistanê ne.

Rêwîtiya ji Qamişlo ber bi Şengalê ve

Yek ji wan şervanan Amed Anterî ye. Amed Anterî dema fermanê rû da çawa pêşniyara çûyîna alikariya civaka Êzidî li wan hate kirin bi lez û bez yekser xwe pêşniyar dike û bi dildarî û kelecan dixwaze derbasî sînor bibe û xwe bigihîne Şengalê.

Amed ji bajarê Qamişlo ye û sala 2013’yan tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye. Piştî beşdarbûna xwe ya salekê ew hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî li Şengalê jî destpê dike. Amed got ku dema ew şans ji wan re hate dayîn ku xwe bigihînin hawara civaka Êzidî pir kêfxweş bûye û wiha dibêje; “Dema ji me re behsa fermanê kirin û gotin hûnê biçin Şengalê û miletê wir biparêzin min moralekî pir bilind girt. Em ji Qamişlo ketin rê, derbasî Til Koçer bûn û ji wir jî me xwe gihand Şengalê. Em derbasî nahiya Xanasorê bûn. Bi rastî me hinek zehmetî jî kişand. Rê pirsgirêk bûn. Me xwe li çiya da ji bo em xwe bigihînin hawara milet.”

‘Me qetlîam bi çavê xwe dît’

Dema fermanê kolan, gund û bajar bi qîr û hawara miletê Êzidî hêjiyabû. Li seranserî hinek herêman cihên xanî hilweşiyabûn, cihên gule şop hiştîbûn, cihên cenazeyên zarok û mezinan tijî bûbû bi çavên xwe dîtîbûn. Dema şervanên HPG-YJA Star, YPG-YPJ jî gihêştin herêmê destpêkê şahidiya vê rewşê kirin û pê gelekî êşiyabûn.

Gaziyê fermanê Amed Anterî jî anî ser ziman ku dema ew gihêştin Şengalê wan hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û xiyaneta peşmergeyên PDK’ê li pey xwe hiştî bi çavên xwe dît û wiha got; “Dema em gihîştin me dît ku qetlîam pêkanîne. Zarokên kuştî, dayikên kuştî hebûn. Me bi çavê xwe cenazeyê wan dît. Zarok, dayîk, kal û pîr hatîbûn kuştin, cenaze li çolê naverastê mabûn. Dîmenek pir nexweş bû ku em rû bi rû man. Lê me xwe gihande cihên êriş dikirin û me pêşiya qetlîamê girt.”

‘Bi gerîla re mil bi mil şer kirin kêfxweşiyek bû’

Amed Anterî got ku dema ew gihîştin Şengalê destpêkê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatine pêşwazî kirin, wan kêliyan pir moral û hêz girtiye û wiha pêde çû; “Me cara yekê hevalên HPG’yî dîtin. Dema me wan dîtin em pir kêfxweş bûn. Heval Egîd Civyan (Vahdettin Karay) hebû, ji bo me civînek çêkir ji bo pêngava Şengalê. Hevalek pir moralî û kêfxweş bûn. Di her rewşê de moralê wî bilind bû û moral dida derdorê xwe. Heya dema em cara yekê çûn gel wan wiha got û moral da me jî; ‘Zarokên Qamişlo jî hatin. Em dizanin Şengal yê rizgar bibe.”

Amed kêliya çûn gel civaka Êzidî ku derbeder bûbû û di rêkan de perîşan bûbû bi van gotinan anî ser ziman; “Me dît ku dema milet hêza me û gerîla dît, jê pir hêz girt û hatin pêşwaziya me kirin. Me bi xwe bi giranî di milê çiya de şer kir û li wir man. Ji xwe li bajaran kes nemabûn. Yên hebûn jî qetil kirîbûn. Me ji aliyê lojîstîk de alîkarî dida ji bo dayîk, zarok û bavên xwe gihandîbûn çiya. Me vê alîkariyê dikir da ku sax bimînin û rizgar bibin.”

Amed destnîşan kir ku şerê herî giran li navenda Şengalê rû da û wiha axivî; “Êrişên pir giran, pir hovane bûn. Em û HPG mil bi mil me li navendê şer kir. Me gelek heval wir nas kirin. Şer giran jî bûbû, şehadet jî çêdibûn, lê me ji şehîdan moral girt. Em ti demî dema şehîd didin moralê xwe winda nakin, em zêdetir bilindtir dikin.

‘Ji pêşketina Şengalê moral digrim’

Gaziyê fermana 2014’an Amed Anterî piştî fermanê jî cardin tê Şengalê û digere. Amed pêşketinên li Şengalê, sîstema xwe parastin û birêvebirina civakê bi kêfxweşî tîne ser ziman û wiha bi dawî kir; “Dema em çûn Şengalê me ji guherîna heyî pir moral girt. Milet YBŞ-YJŞ’ê ava kirîbû, saziyên xwe bi rêxistin kirîbûn. Asayîş hatîbû ava kirin. Bingehek ji xwe re çêkirîbû. Me pir hêz jê girt. Helwesta PDK’ê jî ne raste. Cardin dîwarek danîne di navbera Şengal û Rojava de. Bi rêya MîT’a Tirk gef dixwin, zextê dikin, êrîşên hewayî dikin, ev nayê qebûl kirin. Îro jî çi bibe bila bibe em hazirin cardin şer de cihê xwe bigrin, Şengal be, cihek din yê Kurdistanê be. Em amadene.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ/ ŞENGAL

Show More
Back to top button