Jinên Êzidî ji bo bîranîna fermanê çalakiyek lidarxistin 

Li Şengalê çalakiyên ji bo bîranîna fermanê destpêkirin. Çalakiya destpêkê îro li Sinûnê pêkhat. Di çalakiyê de hat xwestin jenosîda li ser civaka Êzidî were naskirin û ji êrişkar û hevkaran hesab were pirsîn.

Bo salvegera fermana 03’yê Tebaxa 2014’yan tinê dû hefte maye û li Şengalê amadekariyên ji bo bîranîna qurbaniyên fermanê û çalakiyên şermezarkirina fermanê tên kirin. Çalakiya yekem îro li nahiya Sinûnê ya Şengalê dibin pêşengtiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) û Jinên Ciwan yên Şengalê de pêkhat.

Çalakî di bin dirûşmeya “Avakirina Xweseriya Şengalê, hesabxwestina fermanê ye” de destpêkir.

Çalakiya girseyî li Li Çerxerêya Ziraa destpêkir û heya dewra Şehîd Mam Zekî berdewam kir.

Di meşê de dirûşmên wek “Îxanetê ji bîr nekin, fermanê nû nekin”, “Êzîdxan yeke yeke, hol hola Tawûsê Melek e”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana YJŞ”, “Kê bazda, peşmerge” hatin berz kirin.

Piştî meşvan gihêştin çarxerêya Şehîd Mam Zekî daxwuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar yên mirovahiyê ye. Heman demî xwediyê felsefeya jiyanekî wekhev, azadiyê ye. cardin xwediyê çandekî gelek xorte û kombûna nirxên mirovahî ya hezaran salan e. Li gel vê heqîqetê gelek caran bi êrîşên tinekirinê re rû bi rû maye. Her wiha di dîroka civaka Êzidî de 74 ferman hatine jiyan kirin. Fermana dawî ku 03’yê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ de pêkhat. Wî demî 12 hezar peşmergeyên PDK û 6000 endamên şirtaya ewlehiya hundirîn û artêşa Iraq jî di hundirê Şengalê de bûn. Lê belê Şengal bê parastin hiştin û reviyan.

‘Herî zêde jin bûn qurbaniyên fermana dawî

Fermana 2014’an fermanek dijî mirovahiyê bû ku hêjan birînên wê nehatine pêçan. Di encama wê fermanê de qirkirinekî herî giran ya mirovahiyê dîtiye diwarê çandî, fizîkî de pêkhat. Bi hezaran jin, zarok, mêr hatin qetil kirin. Herî  zêde jin bûn qurbaniyên fermana dawî. Bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin û li bazaran hatin firotin. Bi sedhezaran mirov hatin koçber kirin. Bê guman di fermana 2014’an de gerîlayên HPG-YJA Star û şervanên YPG-YPJ berê xwe dane Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirina DAIŞ rizgar kirin. Berdêlên giran biha hatine dayîn. Em weke TAJÊ hevpeymana 9’ê Cotmehê, êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya hikûmeta İraqê ya ku xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derneketiye şermezar dikin. Em van lîstok û siyasetên girêj wek berdewamiya fermanê dinirxînin.

‘Emê tekoşîn û berxwedaniya xwe bilindtir bikin’

Her wiha eme wek TAJÊ li ser fikir û felsefeya Rêber Apo, tekoşîn û berxwedaniya xwe bilindtir bikin. Emê li ser şopa şehîdên fermanê bi rihê Dayê Gulê û Cîlanan emê giranî bidin xwe rêxistin kirinê û rêxistina xwe. Bi sazîbûna xwe emê bersivê bidin fermanê. Em rê nadin ku fermanên din ser civaka me rû bide. Emê hemû planên li ser civaka me ya Êzidî vala derbixin û parastina ax û civaka xwe bikin. Li ser vî bingehî, em wek TAJÊ bi vîna jina azad fermana 2014’an rû dayî bi tundî şermezar dikin.

‘Bila jenosîd bê naskirin û hesab bê pirsîn’

Em bang li hemû saziyên navnetewî dikin, banga saziyên mafê mirovan dikin ku bila xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derkevin. Bila herkes jenosîda li ser civaka Êzidî pêkhatî bi fermî nas bikin da ku hesabê qetil kirinan ji êrîşkar û hevkaran were xwestin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button