Şoreşa Rojava ewlehiya xweseriya Şengalê ye

19’ê Tîrmehê 2012’an gelê Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyê, li Kobanê şoreş dan despêkirin. Rêveberiya bajêr ji destê dagirkerên welatê xwe girtin. Milê xwe dan ber barê şoreşê. Muwazifên, erkdarên dewletê heta 19’ê Tîrmehê zilm û zordarî li ser gel kiribûn. Kîn û hêrs dabûn dilê gel. Îro dor dora wan bû, dikaribûn zilma heta niha dîtine di pozê dagirkeran re bînin. Lê wê çaxê tu ferq û cudahiya wan ji zilmkaran nedima. Zîhniyeta ku ev şoreş dida kirin, di bingeha xwe de demokratîk bû. Rêber APO ev 45 sal bû ku têkoşîna demokrasiyê dida. Tovên demokrasiyê di dil û mêjiyê gelê xwe de dabû çandin. Îro êdî weke çandekê şîn dihat. Lewma bêyî ku tehde li erkdarên dewletê bikin dest danîn ser saziyên xwe yên hatine dagirkirin. Ji roja destpêkê ve diviyabû ev çand bihata parastin û geşkirin. Yan na qet ne dûr bû ku di nav şer û pevçûnên bêdawî de bifetisin! Ev çanda demokrasiyê zemîneke exlaqî û mirovî ava dikir. Lewma jî di serî de jin, hemû beşên civakê di şoreşê de ciyê xwe girtin. YPG û YPJ, Asayîş ava kirin da ku bikaribin parastina xwe bikin. Hem jî êrîşên li ser gelên cîran jî bidin sekinandin.

Roja 3.8.2014’an DAÎŞ êrîşî Şengalê kir. Qirkirina Êzdiyan hatibû hedefgirtin. Jixwe ev êrîş weke fermana 74’an tê binavkirin. 12 gerîlayên HPG’ê ku li Şingalê hazir bûn xeteke parastinê ava kirin. Hema piştî wê jî gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ bi hawara miletê Şingalê ve hatin. Nedişibiyan artêşên dewletan. Lê hêz û dîsîplîna wan ji artêşên dewletan zêdetir bûn. Ji ber ku her şervanek weke endamên parastinê, bi dilê xwe tevlî sîstema xweseriya demokratîk a Rojava bûbûn. Her wiha li ku derê li ser mirovên bêparastin xeteriya qirkirinê hebûya wê bi wan ve biçûna. Ji roja ku hatin Şingalê heta ku DAÎŞ têk birin gelek şehîd û birîndar dan. Di dilê miletê Şingalê de ciyê xwe çêkirin.

Di korîdora mirovî ku hat vekirin de bi hezaran Êzdî derbasî Rojava bûn. Gelê Rojava û Rêveberiya Xweser bi dilgermî wan hemêz kirin û ji bo wan kampek ava kirin. Hemû derfetên xweseriyê ji bo dermankirina birînên wan û parastina wan pêşkêş kirin. Bi hezaran Êzdî û qismek Ereb jî têde 4 sal di Kampa Newroz de jiyana xwe berdewam kirin.

Heta niha jî gelek caran Şingal bi êrîşên hikûmeta Tirkiyê û artêşa Îraqê re rû bi rû maye. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûrî her carê jî xwe ji bo parastina miletê Şingalê hazir dibîne. Di heman demê de ji bo parastina hemû mirovên bindest ên Rojhilata Navîn jî xwe berendam dibîne. Zihniyeta ku vê piştgiriyê dide avakirin; zîhniyeta Rêber APO ya demokratîk û azad e. Di çanda demokrasiya Rêber APO de parastin û alîkarî dayîna her kesên di bin zilm û zordariyê de heye. Hem jî ev bê berjewendî tê kirin.

Îro di salvegera şoreşa Bakur Rojhilatê Sûrî de ev çanda demokrasiyê li giştî herêmê belav bûye. Gelek bawerî, eşîr û netewên li Rojhilata Navîn sîstema Xweseriya Demokratîk a Bakûr Rojhilatê Sûrî ji bo xwe weke ewlehî dibînin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser a Şengalê jî şoreşa Rojava weke ewlehiya xwe dibînin. Em jî salvegera Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûrî li hemû gelên bindest pîroz dikin.

Binevş Merwanî

Show More
Back to top button