‘Gerîla ji mere bû hêviya jiyanê’ 

Dema civaka Êzidî rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat û PDK’ê ew bi tenê hiştin, xwe ji kêliyên dawî ya jiyanê re amade dikirin. Lê bi mudaxeleya gerîlayên PKK’ê hêviya jiyanê ji Êzdiyan re çê bû. Mam Revo ji nava rûpelên rojên fermanê kêliyên bi êş vedibêje: “Heya Êzidî liser axa xwe venegerin, ferman berdewam dike. Dinava çadirên koçberiyê de jiyankirin nayê wê watê ku em ji fermana xilas bûne.”

Li ber çavê tevhiya cîhanê ola kevnar a Êzdiyan, ku bi hezarên salaye li ser vê axê bi hemû pêkhateyên din re jiyan dike, rastî qirkirinê dihat. Êzdiyên aştîxwaz weke her carê pêşwaziyê li Cejna Çilê Havînî dikirin. Êzdiyan bi derdora xwere, Ereb, Kurd û Şîa re şêraniya cejinê dixwarin. Lê tişta ku di bala Êzidiyan de nebû rû da. Di saetên şevê de ango di roja cejnê de bi şev çeteyên DAIŞ’ê bi ser Êzdiyan de girt. Êzdiyên ku pişta xwe dabûn hêzek bê îrade, di komkujiyê re derbas bûn. Piştî pêşmergeyên PDK’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de reviyan, Êzidî neçar man kal pîr û zarok herkesekî ligor derfeta xwe liber xwe bide. Hin ji wan ji bo parastina çanda xwe hin jî ji bo rizgarkirina jiyan xwe , heya karibun xwe ji kêliyên mirinê rizagar bike. Revo Hecî yê 58 salî jî li gel malbata xwe ku ji 10 kesan pêk tê, ji bo xwe bigihandiban cihê ewle ango çiyayê Şengalê liber xwe didin.

Ev berxwedaniya ku di dilê Mam Revo de bû, ne di roja fermanê de bişkivî bû belkû beriya çeteyên DAIŞ’ê êrîş bikin bayê berxwedaniyê di nava demarê laşê wî digeriyan, lê Pêşmergeyên ku ji bo qirkirina çanda kevnar a Êzdiyan pilan dikirin rê liber berxwedaniya bi sedan kesên weka mam Revo jî girtibûn.

‘PDK’ê nehişt Êzidî li ber xwe bidin û nehişt xwe rizgar bikin’

Dema li 10’ê Hezîranê Mûsil tê dagîrkirin, xeteriyek mezin liser Şengalê çêdibe, hin malbat dixwazin ji Şengalê derkevin û biçine Başûrê Kurdistanê. Hin kes jî dixwazin xwe biparêzin û liser axa xweya pîroz tekoşînê lihmberî DAIŞ’ê pêş bixin . lê PDK’ê ne hişt ku Êzidî ji Şengalê derkevin û ne jî hişt ku Êzidî liber xwe bidin. Mam Revo Hecî yek ji wan kesane ku bi dagîrkirina Mûsilê re li kêleka Gundê Girzerik ê Şengalê karê çandiyê dikir. ji bo karibe berhemê xweyê çandiniyê hilgire û xwe biparêze bi rojan nobetê digire û xwe ji bo her kêliyekê amade dike. Lê Pêşmergên PDK’ê ku li herêmê bûn soza parastina wan didin û bi vê sozê destê Êzdiyan ji berxwedaniyê qut dikin.

Revo çîroka xweya berxwedaniyê heya kêliyên herî zehmet ê jiyana xwe û avabûna hêviyên jiyanê bi derbasbûna gerîla a Şengalê re behs dike.

‘Em bê rêxstin bûn ji ber wê em rastî fermanê hatin’

Di serîde Revo Hecî balê dikîşe ser dema xeteriya li ser Şengalê despêkirî û got: “Di serîde DAIŞ’ê li Sûriye dest bi çalakiyên xwe kir, heya gehişte Iraqê û derdora Mûsilê. Ji bo em li himberî DAIŞ’ê şer bikin me rêxistina xwe çênekir. Em nebûn yek heya em karibin şerê çeteyan bikin. Eger em bûba yek meyê karîba DAIŞ’ê bişkînin. Dîsa jî cihê herî zêde berxwedanî lê hate kirin Girzerik û Sîba Şêx Xidir bû.”

‘Bi dagîrkirina Mûsilê re xeteriya liser Şengalê zêdebû’

Revo behsa xeteriya DAIŞ’ê dema gehişte Şengalê jî dike wiha dibêje : “Piştî şikestina Mûsil her ku diçû DAIŞ’ê xwe nêzî me dikir û li derdora Şengalê xwe bicih dikirin. Me jî li gor derfetên xwe ji bo berxwedaniya lihimberî DAIŞ’ê şer bikin me hazirtî kirin. Dema wan bihîst ku me xwe hazirkiriya. Wan êrîşa xwe paşxist û ji bo çend roja tu deng ji çeteyan nehat heya ku gel careka din sist bû. Lê di 2’ê Tebaxê de saet 2’ê Şevê ji nişkê ve êrîş birin ser Girzerik. Li vir berxwedanî hate kirin heya saet 8’ê Sibeha 3’ê Tebaxê lê di dawiyê de ji ber alîkarî negehişta destê Êzdiyan û çekên gel nebûn, gund hate valakirin û gelek kes şehîd ketin. Ez li gel malbata xwe me berê xwe da gundê Cidalê li Çiyayê Şengalê.”

‘Dema gel qetil dikirin dengê teqeyan dihate me’

Mam Revo kêliyên hovîtiya çeteyan liser gelê Êzidî wiha bibîrdixe : “Me dengê qeqîna mermiya dibihîst ,dema bi ser malbata Mehmûd Xiro de girtin malbat piranî qetilkirin. Me hewil da em bi hawara Malbatê ve biçin lê kesek hebû xwîn ji serê wî diherikî û ber bi çiyê ve di beziya wî ji mer got vegerin jiber hêza wan pire wê wejî bikujin.”

‘Keçeka ciwan ji tîna miribû”

Mam Revoyê 58 salî  di jiyana xwe de tişta herî nexweş ku ew pê êşiyaye jî wiha tîne ziman : “Em bi rojan li çiyayê Şengalê de man û me liber xwe da, li Cidalê me gelek êrîşên DAIŞ’ê şikandin û li der dora min hevalên min şehîd ketin. Piştî demekê em ji Cidalê vekişiyan û me xwe gehanda Geliyê Kersê. Lê her çalakiyên me li himberî çeteyan dewam dikirin û me hewil dida em rê liber pêşketina wan bigrin. Lê jiber ku malbat û zarokên me jî tî û birçî bûn, vê yekê bandor liser berxwedaniya me ya li himberî çeteyan jî dikir. Em di çiyê de digeriyan me keçeka ciwan ku ji tîna miribû me dît. Di jiyana min de titşa herî bêtir ez pê êşiyam ew bû. Ne tenê ew keç belkû bi sedan kes di çiyade ji birça û tîna mirin.”

Hatina Gerîla hêviyek mezin bi gel re çêkir’

Dema gerîlaiyên azadiya Kurdistanê xwe digihînin çiyayê Şengalê Mam Revo rastî wan tê û wan kêliyan bi van hesta bilêv dike : “Rewşa jiyana me gelek xirab bibû, lê gerîla xwe gihandin hawara me hatina gerîla ji mere bû hêvî, me karî em jiyan bikin.

Dema gerîla gehana çiyayê Şengalê berxwedaniya lihiberî DAIŞ’ê berfireh bû. Me û bi gerîla re liber xweda û me çalakiyên DAIŞ’ê nehiştin. Çiya hate parastin û êdî me dest bi êrişa ser çeteyan kir. Ji bo tevahiya gelê Êzidî hatina gerîla hêviyek mezin çêkir.”

‘Jiyana li koçberiyê de nayê wata ji fermana xilas bûne’

Di dawiyê de Revo Hecî ji bo rê liber fermana bê girtin banga vegera li Şengalê li Êzdiyan kir û got : “Heya dinê em ne liser axa xwe bin em nikarin xwe rêxistin bikin û xwe ji fermana xilas bikin. Dema ez berê xwe bidimê û di çadirekê de jiyan bikim ev nayê wê watê ku ji fermanê xilas bûme. Heya Êzidî li ser axa xwe venegerin ferman berdewame.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button