Lazim e civaka Êzîdî hesab bixwaze!

Di dîroka Êzîdiyan de behsa 73 fermanan tê kirin ku ya herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hate kirin.

Di dîroka Êzîdiyan de behsa 73 fermanan tê kirin ku ya herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hate kirin. Derbarê beşek ji van fermanan de agahiyên esasî hene, beşek ji wan jî em bi çîrok û kilamên dengbêjan ji wan agahdar in. Jixwe, civaka Êzîdî civakeke çanda devkî ye, her tişt di hafizeyê de veşartî, di bedenê de neqşkirî, di dil de mohrkirî, di ziman de hûnandî ye. Ji bo fêhmkirina civaka Êzîdî tenê agahî, lêkolîn yan jî têgîn têrî nakin. Bi van rêbazan hewldana fêhmkirina heqîqetekê, di rastiyê de aydê modernîteya kapîtalîst e. Lê civaka Êzîdî li derveyî zeman û mekanê modernîteya kapîtalîst e. Jixwe, sedema evçend fermanan jî esas ji ber vê ye.

Rêber Abdullah Ocalan dema çîroka Dewrêşê Evdî şirove dikir, belasebep nedigot ‘’Berxwedana Şengalê û Dewrêşê Evdî digihe dema Sumeran û jê jî kevintir heta bi şerên destpêkê yên qebîleyên aryen û semîtîk.’’ Nexwe ev tespît tê çi wateyê? Civaka Êzîdî wekî çanda kok û resen a Kurdistanê, ji forma xwe ya hebûnê ya destpêkê heta niha li derveyî û li dijî şaristaniya desthilatdar bûye. Ev rastiya civaka Êzîdî ji serdema Sumeriyan heta serdema Îslamê, ji avabûna Împaretoriyan heta serdema modernîteyê her dem bûye sedema êriş û fermanan.

Nakokî û berberiya civaka Êzîdî ya bi vê dinyayê re ne tenê ji ber sedemên olî ye, beguman, nasnameya civaka Êzîdî bi Êzdiyatiyê re şekil girtiye û baweriya Êzdiyatiyê bingehê hebûnê ye. Lê heger em aliyên din ên vê nasnameyê şirove nekin, emê nikaribin fêhm bikin ka çima ewqas ferman tên serê Êzîdiyan û kî ji van fermanan berpirsyar in. Tenê fermanên dewleta Osmanî û hêzên Sunnî yên herêmê rastiya fermanan zelal nake. Îcar em fermana 2014’an tenê bi hovitiya çeteyên DAIŞ’ê îzah bikin, em ê ji heqîqetê kêm bikin û dûr bikevin. Kê rêxistineke wekî DAIŞ’ê ava kir û bi ser Şengalê de şand, ruxmê ku 8 sal di ser fermanê re derbas bûne, çima ji berpirsên esasî yên fermanê hesab nayê xwestin? Çima statuya siyasî, civakî û çandî ya vê civaka biderb nayê naskirin?

Ji ber ku hêzên modernîteya kapîtalîst hemû, çi hêzên paşverû yên herêmê çi jî hêzên ‘modern’ ên cîhanê, ji vê fermanê berpirsyar in. Qirkirina Ermenan, ya Suryaniyan, ya Pontusan, ya Cihûyan û hwd. hemû jî pratîkên ‘cîhana modern’ ên li ser ‘civakên kevnar’ in. Ji bo jiyan û cîhana ‘modern’ ava bibe, lazim e koka civakên qedîm were qelandin. Û civaka Êzidî koka herî qedîm e, lewre derbên herî giran lê tên xistin.

Di dîroka Êzîdiyan de fermana herî demdîrêj fermana 2014’an e ku ev 8 sal in bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Niha fermana reş û fermana sipî bi hev re têne meşandin. Hesabên herî qirêj ên siyasî li ser civaka Êzîdî têne kirin. Ev 8 sal in çarenûsa bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn.

Ev 8 sal in dewleta Iraqê fermana Êzîdiyan wekî jenosît qebûl nekiriye û li kesekî doz venekiriye. Ev 8 sal in PDK wekî çeqel û keftaran li derdora Şengalê dizivire û li benda nefesa dawî ya civaka Êzîdî ye. Ev 8 sal in dewleta Tirk bi çekên cîhana modern li ser sînga Êzîdiyan dixe.

Ev 8 sal in keç û jinên Êzidî keziyên reşî qetran kur dikin û datînin ser kêlên pêşêngên civaka Êzîdî. Ev 8 sal in…

Li cihê ku edalet lê nîne merhamet kujer e. Ji ber vê ye ku biryarên parlamenên Ewrûpî yên jenosîda Êzîdiyan nas dike, bi kêrî serê pîvazekê nayên. Wan parlamenên ku jenosîda Êzîdiyan nas kirin, di heman biryarê de bang dikirin ku peymana 9’ê Cotmehê pêk were. Em hîç behsa Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî nekin ku Şengal ji xwe re kirine bazarek. Heger em bi zimanê heqîqetê biaxivin, tu ferqa bazarên ku jinên Êzîdî tê de dihatin firotin ji vê bazara siyasî ya herêmî û navteweyî nîne. Îcar ew kesên ku li ser êşa Êzîdiyan bûne parlamenter yan jî li ser dikên navneteweyî bûne starên televîzyonan, peyv têrî gunehên wan nake.

Niha em nêzî 8’emîn salvegera fermanê dibin. Tişta ji civaka Êzîdî re lazim e, heqîqet û edalet e. Ji bo heqîqetê, xwe naskirin divê û ew jî bê hafize nabe. Ji bo edaletê jî têkoşîn û hesab xwestin divê, ew jî bê rêxistin nabe. Ji bo civaka Êzîdî xwe ji fermanên nû rizgar bike, lazim e hesabê hemû fermanan ji xwediyên wan bixwaze, lazim e hesab ji xwediyên esasî yên DAIŞ’ê ango ji ‘dinyaya modern’ bixwaze.

ÊZDÎN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button