Kongra Star: Viyan Dexîl piştgiriya dijmin dike, nûnertiya jinên Êzidî nake

Kongra Star da zanîn parlementera PDK’ê Viyan Dexîl piştgiriya dijmin dike û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dibîne û ew nûnertiya jinên Êzidî nake.

Endamên Kongra Star der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xiyaneta Viyan Dexîl li ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Kongra Star a Qamişlo Ibtîsem Hisên ve bi zimanê Kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Wekî tê zanîn, DAIŞ’ê di sala 2014’an de, êrîşekî tund û terorîstî bir ser Şengalê û bi hezaran jinên Êzidî, dîl girtin û bi sedan keç, xort, dayik û bavên Êzidî hatin qetilkirin û birîndarkirin.  Heta niha jî keçên Êzidî  di destê DAIŞ’ê de hene û wekî koleyan tên bikaranîn.  Her wiha zarokên Êzidî hatin revandin û têne pişavtin.

DAIŞ’ê bi rêya îdeolojiya xwe ya îslama redîkal tirs xistibû dilê cîhanê. Wekî tê zanîn di nava çend rojan de Mûsil, Kerkûk û heta Bexdayê girtin. Êdî vê rêxistina çete û terorîst berê xwe dabû Hewlêrê. Ji bo gelên heremê, civak Êzidî û mirovatî neyê qetilkirin, cîhan ber bi serdemeke nû ya tarî ve neçe, PKK’ê li ser Şengal, Başûr û Sûriye hemleyekî dîrokî kir. Li Kobanê û Şengalê serkeftineke dîrokî bi navê mirovatiyê bi dest xist.

Di vê oxirê de bi hezaran şervanên xwe berdêl dan, bi sedan kesên enternasyonalîst, ciwanên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan, xwe feda kirin.

Ji bo keçeke Êzidî ji destê DAIŞ’ê ya terorîst rizgar bikin, bi dehan mirovan xwe feda kir. PKK’ê weke tevgereke mirovahî û partiyeke jinê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî hebûn û tunebûna xwe danî holê. Bê guman ev erkeke tevgera azadiyê bû, lê belê nêzîkbûnên îro wisa erzan tên kirin, em wekî tevgereke jin a Kurd nikarin van nêzîkbûnên erzan û înkarker qebûl bikin. Ji ber ku em Kongra Star parçeyeke vî şerî ne, ger ne ji şervanên azadiyê bûya, ne ji YPG û YPJ’ê jî bûya, dê me jî rewşa Şengalê bijiya.

Ji ber vê yekê em Kongra Star hem minetdariya xwe ji bo şervanên azadiyê tînin ziman, hem jî axaftinên Viyan Dexîl ên cihê mixabiniyê ne, bi tundî şermezar dikin.

Em Kongra Star dibêjin; Ger jinek xwedî rûmet be, ew piştgiriya dijminê mirovahiyê Erdogan nake.

Viyan Dexîl yek ji wan kesan e ku ji aliyê şervanên azadiyê ve hate rizgarkirin û bi xwe jî dizane ku yê pêşengtiya DAIŞ’ê dike, Erdogan e. Erdogan li her çar parçeyên Kurdistanê dijminatiya Kurdan dike û piştgiriya DAIŞ’ê dike.

Kesa ku îro piştgiriya dijmin dike û êrîşên wan ên li ser şervanên azadiyê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rewa dibîne, miroveke em guman dikin ku ji aliyê Erdogan ve hatiye kirîn û ew nikare temsîla jinên Êzidî bike, yan jî miroveke xwe radest kiriye, em wê tu carî wekî parlementer, an jî jineke birûmet qebûl nakin. Ji ber çi mirovek xwedî rûmet be, destekê nade kiryarên dewleta Tirk ku piştgiriya terora DAIŞ’ê dike û li dijî nirxên mirovahiyê sûcan pêk tîne.

Em Meclîsa Kongra Star a xwedî ked, têkoșîn û berxwedanî heta xwedî gelek êș û azarên mezin di 10 saliyên șoreșê de kișandin, xwedî li hêzên xwe yên parastinê derdikevin û helwestên xwe li beramberî tevahî êrîș ,provakasyon û daxuyaniyên reșkirinê nîşan didin. Girêdana me bi tevger û rêberê me ve heta dawiyê ye.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button