Yek ji fermandara YJŞ’ê Hebabî: Em rê nadin kes li ser vîna gelê me bazirganiyê bike

Yek ji fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî da zanîn ku yên ku alîkariya dijmin dikin, wê nekaribin bêjin em Êzidîne û got; “Xwestine hertim di kesayeta jinê de civakê qir bikin, di nava civak û jiyanê de pêşeroja jinê diyarkirine û xwestin tiştên ku desthilat daniye pêşiya jinê, pêkbînin. Di wê baweriyê deme bi vê kongreyê, wê di nava jinên Êzidî de guhertin çêbibin, ji ber di dema fermanê de zanabûnek di nava jinên Êzidî de pêşketiye.”

Di salvegera şahadeta Ş .Zîlan û bi boneya nêz bûna salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de Jinên Ciwanên Şengalê duh yekemîn kongreya xwe lidarxistin. Yek ji beşdarvanên kongreyê ji fermandara Yekîneyên Jinên Şengalê Viyan Hebabî bû. Viyan Hebabî derbarê girîngiya kongreya jinên ciwan û dijbertiya parlamentera PDK’ê Viyan Dexil ya li parlamentoya Iraqê ji ajansa me re axivî.

Viyan Hebabî destpêkê behsa axaftinên parlamentera PDK’ê Viyan Dexîl ên di parlamentoya Iraqê dijî Êzidiyan kir û got; “Kesên alîkariya dijmin dikin, wê nekaribin bêjin em Êzidîne, eger dixwazin ji bo civakê têbikoşin, berjwendiyên gelê me bingeh bigrin, em ji bo her kesî amadene destê xwe bixin destê hev û bihevre têbikoşin.”

Hebabî got ku di hemû êriş û fermanan de, di pileya yekem de jin hatine hedefgirtin û hertim xwestin jinê asîmle bikin. Hebabî di dewamê de dibêje; “Xwestine hertim di kesayeta jinê de civakê qir bikin, di nava civak û jiyanê de pêşeroja jinê diyarkirine û xwestin tiştên ku desthilat daniye pêşiya jinê, pêkbînin. Di wê baweriyê deme bi vê kongreyê, wê di nava jinên Êzidî de guhertin çêbibin, ji ber di dema fermanê de zanabûnek di nava jinên Êzidî de pêşketiye. Jinên Êzidî êdî ketine wê ferqê ku nabe her kesê bixwaze were û jinê qetil bike, yan jî bixe bin destê xwe de. Ev kongre ji jinan hişyariyeke.”

Viyan Hebabî diyarkir ku li ser tevahî civakê şerek tê meşandin, ji bo ku jinên Şengalê nebin xwedî îrade û her kole bin, li ser jinê siyasetê dimeşînin. Dixwazin baweriya jinê tine bikin, gelek mînakên vê hene. Ya herî berçav jî parlamentera PDK’ê Viyan Dexîl ku xwe weke jinek Êzidî binav dike. Di aliyê pêşengtiya jinên Êzidî de xwe yekemîn dibîne. Lê eger em binêrin, di rastiyê de li ser hebûna jinên Êzidî siyasetê dike. Çi jin û zilam be, divê mirov bi wijdanî kar bike, li ser civakek ku di komkujiyan re derbas bûye, divê siyaset neyê kirin. Rê li êrişên ser civaka xwe veneke.”

‘Têkoşîn ne ji derve, li Şengalê tê kirin’

Hebabî got ku li ser navê Êzidiyan gelek kes ji derve di axivin, lê di rastiya xwe de têkoşîn li Şengalê tên kirin û wiha pêde çû; “Her kesê ku xizmetê ji bo Êzidiyan bike û bixwaze ji bo Êzidiyan têbikoşe, bila têkoşîna xwe li Şengalê bide meşandin. Niha li Şengalê ne tenê êrişên hewayî hene, êrişên siyasî û li ser hebûna jinan jî hene.

Kesên li ser navê jinên Êzidî di axivin, bila baş bizanibin, eger ji bo civaka xwe kar nekin, ewê di nava aliyên din de jî ne xwedî giranî bin. Kesên ku li ser civaka xwe bazarê bike û siyaseta qirêj bide meşandin, ewê di nava civakên din de jî bê qîmet bin.”

‘Ên ku bedel dan, temsîla jinên Êzidîne’

Hebabî herî dawî got; “Viyan Dexîl li ser navê jinên Êzidî di axive û siyasetê dike, lê nûnerên jinên Êzidî ewin ên ku bedel û xwîn rijandine. Tu mafê wan kesa nînin li ser navê me wek jin bi dewleta Tirk û aliyên din re hevdîtinê bike. Emê qebûl nekin jî, ger bixwazin xwedî giranî bin, bila di nava civaka xwe de têbikoşin. Bila bejewendiyên xwe yên hizbî bidin aliyek, ji bo ciavka xwe kar bikin.

Emê rê neain bazara li ser gelê xwe

Bila ti kes li ser xwîna civaka me bazirganî û siyasetê neke, emê qebûl nekin. Kî bixwaze destê xwe dirêjî me bike, emê pêre têkoşînek hevbeş bidin meşandin. Lê em rê nadin kes li ser gelê me bazariyê bike.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN- ŞENGAL

Show More
Back to top button