Li Şengalê 1. Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir 

Kongreya Yekem a Jinên Ciwanên Êzidî bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rexistinbûnê ava bike û îxanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ bi coş û moreleka mezin di 26. Salvegera şehadeta Ş.Zîlan de li navenda Şengalê despê kir.

Di fermana 3’yê Tebaxê 2014’an de herî zedê jin bi êrîşên dijwar ve rû bi ru hatin. Gelek jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kuştin û tecavûz kirin. Cîhan bi giştî li hember vê hovîtiyê çavên xwe girtibû lê tenê şervanên Rêber Apo bi hawara gelê Êzidî ve hatin. Piştî hatina şervanên HPG- YJA-STAR û YPG-YPJ hamleyên rizgarkirinê Şengalê despê kir. Bi rizgar kirina Şengalê re ji bo pêşî fermanan bigrin gel bi pêşengtiya jin û jinên ciwan ve xwe di her warî de birexistin kirin. Jinên Ciwanên Êzidî ji bo tola jinên Êzidî rakin, bibin bersiva fermanan û pêşî li fermanên nû sal bi sal rexistina xwe mezin dikin. Îro jî wekî bersiv dayîna ji fermana re bi nêzikbûna salvegera fermana 74’an Kongre xwe lidardixin.

Di salvegera şahadeta Ş.Zîlan û bi boneya nêzbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Jinên Ciwan ên Şengalê di Kongre xwe ya yekem de bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jin dawiya fermana bînin Kongreya xwe lidar dixin. Îro di saetên serê sibehê de Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî li navenda Şengalê avahiya Meclisa Gel, bi tevlîbûna 120 delegeyan despê kir. Di Kongreya yekem a Jinên Ciwanên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwanên Maxmurê jî cîhê xwe girtin.

‘Ew Kongre bersiva Fermanane’

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştî vê axaftina vekirinê ji aliya Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê Sara Botan ve hate kirin. Sara Botan di axaftina vekirina Kongre de bal kişand li ser keda Rêber Apo û got: “Yekemîn Kongre Jinên Ciwanên Êzidi li hemû jinan pîroz dikin. Ew Kongre bersivekî herî mezin a ji dijmin re ye. Di Kongre de herî zedê keda Rêber Apo heye, ji ber ku ger fikrê Rêber Apo nînbûna ew kombûn çênedibû. Di fermanê de herî zêde jin hate qetilkirin, em soz didin dayikên xwe emê jinên di destê DAIŞ’ê de ne emê van rizgar bikin. Ewê vê têkoşînê re pêşengti kirin jin bûn. Em soz didin şehîdên xwe em ê bibin şoptarê van. Emê ji vir pêda rexistinbûna xwe mezin bikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ axaftin ji aliyê Berdevka Tekîliyên Derve Suham Şengalî ve hate kirin. Suham yekemin Kongreya Jinên Ciwan di seride Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û got: “Rexistinbûna Jinên Ciwan di vê demê de pir girînge, ji ber ku li ser welate me li hember jinan êrîşên pir dijwar heye. Herî zedê jin bû kurbana êrîşan ji ber vê jin birexistin kirina xwe bibe bersivê herî mezin ji dijminan re. Ew kongre bibe heviya xweseriya Şengalê û hêz kirina jinên Êzidî.”

‘Jinên ciwan pêşaroja civakê ne’

Her wiha ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Fermandara Giştî a YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan di axaftina de li ser girîngiya xwe birexistin kirin û parastinê axivî û wiha dewam kir: “Ew kongre bi keda şehidan û Rêber Apo tê lidarxistin. Em di şaxse Ş. Zîlan de kongre giştî jinan pîroz dikin. Di nav civakê de bi dehan pêşengên jin derketin û piraniya wan niha şehîdin. Em bawerin ku ew kongre bibe bersiva êrîşên dijmin ên li ser gel. Ev kongre ji dijmin re bibe bersiv ku em di vê axê de hene û jiyan dikin. Pêwîste hemû Jinên Ciwanên Êzidî li hember êrişên dijmin bibe xwedî helwest. Heqê me ye parastina xwe bikin, heye kes nikarê ji me re bêje hûn çima parastina xwe dikin. Ji ber di vê axê de şer kirî û şehîd dayî emin. Emê xwedî şehîdên xwe û axa xwe derbikevin. Jinên ciwan pêşaroja civakê ne rêxistina ciwanan xort be serkeftina vê gelê mîsogere.”

Piştre perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin û Kongre berdewam dike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button