Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê: Em ê dest ji vê dozê bernedin  

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas diyar kir ku wê dest ji doza xwe bernedin û bang li civaka Êzidî kir ku vegerin ser malên xwe û li xwe xwedî derkevin. Ilyas destnîşan kir ku îradeya wan ji êrişan mezintire û wê kar û xebata wan berdewam bike.

Piştî rizgarkirina Şengal û gundên derdora wê ji destê çeteyên DAIŞ’ê û vegera gelê Êzîdî li ser axa xwe, sazî û dezgehên gel hatin avakirin û jiyan ji nû ve li herêmê zindî bû. Ji bo Şengalek xweser û azad di Adara 2017’an de ku gel dixwest li bajaroka Sinûnê meclîsa xwe ava bike, ji ber êrişên çekdarên ser bi PDK’ê yê bi navê Pêşmergeyên Roj a li ser Xanesorê avakirina meclîsê hatibû paşxistin.

Lê, di 15’ê Mijdara 2017’an de bi beşdariya 44 delegeyan Meclisa Gel hate avakirin. Gelê herêmê ku cara yekemîn bû mecliseke ku xizmeta wan bike, li herêmê haribû avakirin, herku diçû gel liderdora meclisa xwe kom dibû. Ji bo ev meclis kar û xebatên xwe neda meşandin çi ji destê PDK’ê dihat dikir. Lê nikaribû meclisa bi îradeya gel hatî avakirin têk bibe.  Meclisê bi rêya saziyên xizmetguzarî bê navber xizmeta herêmê kir û pirsgirêkên gel yên civakî jî çareser dikirn.  Bi vê meclisê gel êdî pêwîstiya wan bi saziyên dewletê nebû, gel xwe bi xwe rêveberiya xwe dikirin. Ev meclisa ku pergala PDK’ê hilweşand, bibû hedefa dijmin. Lewma di 15’ê Hezîrana 2022’yan de meclis rastî êrişa hewayî ya balefirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker hat. Di encamê de 7 kes birîndar bûn û zarokê 12 salî yê bi navê Seleh şehîd bû.

‘Îradeya me ji êrişên wan mezintire’

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas di nava avahiya meclisa ku di encama êrişê de wêran bûye de got: “Îradeya me ji êrişên wan mezintire, emê li ser kar û xebatên xwe berdewam bin. Di sala 2014’an hêz û îdareya li vir reviyan û gelê me bi tenê hiştin, her wiha bi heman şêwazî li 2017’an de jî dest ji Şengalê berdan. Êdî diyar bû ku ev nikarin şengalê bi rêve bibin. Li ser wî esasê gel xwe bi xwe birêve bir, sazî û dezgehê xwe dana avakirin, meclisên gel jî di nav de. Ev gelê me ku bi hezarên salane dibe hedefa dewleta Tirk niha jî rastî heman êrişê tê. Ne tenê em wek Êzidî bi tevhî gelê Kurd di bin dagirkeriya Tirkê de ye. Mixabin niha gelê Şengalê ketiya hedefa wan û dixwazin gelê me koçber bikin. Heman tiştên di 2014’an de  bi serê me hatî dixwazin dûbara bikin. Dema gelê me hazirtiya vegera li ser axa xwe kir, êriş pêk tên. Mixabin dewleta Iraqê jî rê liber van êrişa nagire ku dibin sedem gel venegere.”

‘Iraq bi erka xwe ranabe’

Li ser nêzîkatiyên Iraqê ya li hemberî civaka Êzidî jî Ilyas wiha axivî: “Iraq li hemberî civaka me bi erka xwe ranabe. Di dema fermanê de jî bi hezaran însanên me hatin qetilkirin, wê demê jî Iraq sedem bû û em neparastin. Fermana li ser me pêk hatî heta niha dewam dike. Gelo heta kengê em ê bi vî şêwazî di fermana re derbas bibin. Kesek j me re nake, pêwîste em xwe bi xwe pêşiya fermanan bigirin. Îradeya me ji tang û topên wan xurttire. Tenê hin kes hene îradeya xwe teslîmî dijmin kirine û karê ew dikin dikeve xizmeta neyarên Êzdiyan de. Aliyên siyasî ku xêra gelê me naxwazin ji dema fermanê hete niha peymana li ser gelê me didin menaşdin. Ev peyman dibine sedema van êrişan. Eva em têde Meclisa Gel bû, ma zarokekî weka Seleh çi gunehê xwe hebû ku bibe qurbaniyên planên li ser gelê me. Heta kengê em ê zarokên xwe ji dest bidin. Bi sedema wan me bi hezaran kes ji dest da. Êdî gelê me jî pêwîste dost û dijminê xwe ji hev nas bike. Heta ku gelê me rastiya xwe nebêje û nede diyakirin ku kê xiyanet li me kiriye, em ê nikaribin mafê xwe bidest bixin.”

Bila gel vegerî li ser warê xwe’

Xwedêda Ilyas di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser vegera Şengaliyan û wiha domand : “Dema civaka me ji dijminê xwe re gotin, te em hêlan û hûn reviyan, we me di qirkrinê re derbaskirin, wê demê em dikarin bêjin ku dem hatiya em mafê xwe bigirin. Bila gelê me dest ji koçberiyê berde û vegerin ser axa xwe. Heta dawiyê konê kesekî ji gelê me re nabe mal. Heta em li xwe xwedî dernekevin êriş û ferman wê li ser me berdewam bibin. Li xwe xwedîderketin jî bi vegera li ser axê ve girêdaye. Li Başûrê Kurdistanê jî gelê me di bin êrişa de ya. Konê wan tên şewitandin û zarokên me li wir jî dişewitîn. Gelo dema di nava Başûrê Kurdistanê de guhê zarokên me bê jêkirin ma ev bi serê xwe fermane. Ji bilî wê jî gelê me li Başûrê Kuridistanê di fermana spî re derbas dibe. Bila gelê me ji bin wê fermanê derkeve û bêna Şengalê.

‘Em ê dest ji vê dozê bernedin’

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas diyar kir ku wê dest ji doza xwe bernedin û herî dawî got: “Dema gelek li mafê xwe bigire û bixwaze xwe bi xwe birêve bibe, ewê bedela jî bide û wê zehmetiya bibîne, lê em dest ji vê dozê bernadin ku me ji bo wê bi sedan şehîd dane. Em dêşin dema hevalên me Şehîd dibin, lê em dizanin ku ev li pey armancekê canê xwe didin,  ji ber wê jî em pê serbilindin.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button