Welatiyên Şengalê: Çi bibe bila bibe emê berxwe bidin 

Şêniyên Şengalê ku hewara Sînûnê çûbûn diyar kirin ku ew ti demî serî li dijî van êrîşan natewînin û dest ji destkeftiyên xwe bernadin û gotin: “Saziyên me ji xweliya me ava bûne, em terka wan nakin. Çi bibe bila bibe emê berxwe bidin.”

Dewleta Tirk ya dagirker doh êrişî nahiya Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişa ku ji aliyê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a faşîst pêkhatî de Meclîsa Gel a Sinûnê û dikaneke Kirtasiyê jî hate hedef girtin. Şehîd û birîndarî çêbûn.

Civaka Êzidî li dijî vê êrîşê bertek nîşanda û gotin; “Me ev rêxistinbûn, ev hêza parastina xwe bi xweliya şehîdên xwe, êş û azarên fermanan jiyan kirî ava kirine. Em ti carî terka zarokên xwe, sazî û Şengala xwe nakin.”

‘Me saziyên xwe ji xweliya xwe avakiriye’

Meyan Nasir ji ajansa me axivî û got; “Em şehîdan bibîrtînin ên piştgirî didin van êrişan û hevalbendîya wan dikin jî em şermezar dikin. Ez jî dayîka şehîdekê me. Lawê bin ji aliyê peşmergeyên PDK ve di navbera Xanesor û Sinûnê de hatîbû şehîd xistin. Ev êrişên Erdogan ne bi tinê serê xwe dike, dewletan dengê xwe kirîba nedikarî êrişî civakê bike. Êrîşî meclîsan dikin. Me meclîs ji çi avakiriye, ji xweliya xwe ava kiriye. Li vir beriya fermana sala 2014 artêşa Iraq jî, peşmergeyên Barzanî jî hebûn. Gelek hizb hebûn, çima terka me dan, çima me tinê hêlan. Dibêjin hûn çima saziyan ji xwe re ava dikin. Ma em çima avanekin? Me ji xweliya xwe xwe ava kiriye. Me xwe ji gorên bi komî xwe cardin ava kiriye. Me xwe ji dayîk û xwişkên xwe ku ketîne destê DAIŞ xwe ava kiriye, me ji wan hemuyan hêzên xwe çêkirîne. Ma ev ne eybe, ne şerme ji dewletan re, çima çav û guhên xwe ji bo me digrin. Ji ber ku em dijî DAIŞ rabûne çavê xwe ji mere digrin. Em şer naxwazin, biratî, mirovahî dixwazin. Em êzîdxana xweser dixwazin, xweseriya xwe dixwazin. Em qebûl nakin her roj dewleta Tirk êrişî me bikin. Bila hemû bizanibin emê heyfa xwîna xwe rakin. Em dayîkên şehîdan vê yekê qebûl nakin. Bila em şehîd bikevin. Em ne ji şervanên xwe, ne ji zarokên xwe çêtirin û em xwe qurbanî pêlavên wan, çeka wan, dilopek xwîna wan dikin. Ev zilm û zordarî heya kengê yê berdewam bike. Me Êzidiyan tinê karî DAIŞ bişkênin li ser axa Iraq’ê. Bila herkes bizane. Em ji top û teyareyên Erdogan natirsin. Em terka Şengalê nakin.”

Piştgiriya PDK û hikumeta Iraqê heye di êrîşe de’

,

Neam Bedel jî got ku ew vê êrişa ku hevpar ji aliyê PDK, dewleta Tirk ya dagirker û hikûmeta Kazimî ve hatiye kirin qebûl nakin û wiha pêde çû; “Zarokên çûn dikanan şehîd ketin. Zarokin, dikanin dikin hedef. Meclîs jî cihê ku pirsgirêkên milet têde dihate çareser dikir kirin hedef. Bila herkes zanibe heger mala Barzanî, hikûmeta Iraq jêre çav negirtîba û nebûba hevkar nedikarî êrîşên wiha bike. Em vêna dizanin. Em hemû dizanin kî destek dide van êrîşan. Ev êrîş bi destek dayîna wan e. Hinek Êzidî hene ku bo hinek pere tên dibêjin bila Asayîşa Êzidxan nebe, xwe belav bikin. Ev kes hatine kirîn û em vê yêkê jî qebul nakin.”

‘Bê destûra Iraq’ê nikarin

Neam Elyas jî êrîşê şermezar kir û wiha axivî; “Dema gel me hinek aramî dibe, pirsgirêkek nebe me dikin hedef. Meclîsa me kirin hedef. Li şengala me didin. Her sê jî piştgirin. Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Iraq’ê bi hevre lê didin. Bê destûra hikûmeta Iraq’ê dewleta Tirk nedikarî were lê bide. Brîndar hene, medenî ne. Hinek dikandarin, cihê bazarê ye. Her roj fermanekî nû tînin serê me. Fermanekî spî ye ya îro pêk tînin. Hemû dinya dijminatiya Êzidiyan dike û armanca wan vala kirina Şengalê ye ji Êzidiyan. Çi bibe bila bibe em terka axa xwe nadin.”

‘Çi bibe bila bibe emê berxwe bidin’

Cîwanê bi navê Xeyrî Gohbel jî anî serziman ku ew wek ciwanên Êzidî vê êrişê re serî natewînin û yê heya dawî berxwe bidin. Xeyrî wiha axivî; “Çi bibe bila bibe emê berxwe bidin. Em terka axa xwe, ava xwe nadin. Em van êrîşan şermezar dikin. Berî niha jî çend caran êrîş kirin ne bi serê xwe tinê jî dikin. Armanca hedef girtina Şengalê, ji xwe me gelek şehîd jî dane em van êrîşan qebûl nakin û terka axa ne nakin. Emê her daîm jî heben û li ser axa xwe bimînin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button