PDK piştî êrîşa dewleta Tirk dest bi provakasyonên nû kir 

Piştî êrîşa li dijî bazara Sinûnê û Meclîsa Gel komek PDK’yî bi armanca provakasyonê berê xwe dan saziyên Şengalê û daxwaza derketina wan dikin. Li ser vê yekê gele Şengalê li dijî gruba provakatîv daket qadê û nerazîbûn nîşan dide.

Îro danê sibehê balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk dukaneke Kirtasiye û Meclîsa Gel a Sinûnê hedef girt. Di encamê de gelek welatî birîndarbûn û di encamê de zarokek û bapîrê xwe jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşê çapemeniya şerê taybet a PDK’ê nûçeyeke derew belavkir û asayîşa Şengalê û YBŞ’ê hedef nişanda. Her wiha cih neda nûçeya birîndarkirin welatiyan û qetilkirina mirovên sivîl.

Balkêşe hîn rewş li herêmê aram nebûyî, komek kesên girêdayî PDK’ê ji bo provakasyonê şandin ber asayîşa Sinûnê, ji bo bêjin divê hun ji nava Şengalê derkevin.

Li ser vê provakasyonê xelkê Şengalê daket qadê nerazîbûn nîşana provakasyona PDK’ê dan.

Li gorî agahiyên ku me ji peyamnêrê xwe girtiye, hîn jî li herêmê rewş aloze û ji ber provakasyona PDK’ê hêzên çekdarî yên Iraqê arasteyê herêmê hatiye kirin.

Hêjayî bibîrxistinêye hîn di kêliyên destpêkê yên êrîşa dijî Sinûnê de kesek nasnameya wî ne diyar dema dîmen dikişand bi deng agahiyên li herêmê berovajî kir û diyar kir Asayîş hatiye hedef girtin.

Ev jî dide nişandan ku dewleta Tirk bi agahiya PDK’ê welatiyan hedef girtiye, ji bo pêşî li provakasyonê vekin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button