Li Iraqê 17 DAIŞ’î hatin kuştin

Li gel Waliyê DAIŞ’ê yê Iraqê, waliyê DAIŞ’ê yê Herêma Kurdistanê Ebû Sadiq jî di êrişên artêşa Iraqê û kaolîsyona navneteweyî de hatiye kuştin

Hate ragihandin ku bi giştî di van rojên dawî de yêk ji wan berpirsên DAİŞ, 17 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Fermandarê Operasyona Hevpar a Iraqê Tehsîn Xafacî têkildarî kuştina waliyê Iraqê yê DAIŞ’î agahî dan û diyar kir ku li Dola Şay a başûrê Kerkûkê li nêzî zincîre çiyayê Hemrîn  Îsawî û 17 çeteyên DAIŞ’ê di 18 êrişên hewayî de hatine kuştin. Hate hînbûn ku di nav kuştiyan de waliyê Iraqê yê DAİŞ Ebu Yasir Îsawî jî heye.

Tehsîn Xafacî eşkere ku  hêzên Dijî Terorê, Saziya Îstixbareta Niştîmanî û Koalîsyona navneteweyî tevlî van operasyonan bûn.

Îsawî kî bû?

Navê rast ê Îsawî, Cebar Selman Elî Fernan Herat Îsawî ye. Di sala 1982’an de li Hesî ya navçeya Felûceyê ya ser bi parêzgeha Enbarê ji dayik bûye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser twîtera xwe peyamek belavkir û diyarkir ku hêzên wan waliyê Iraqê yê çeteyên DAIŞ’ê Ebu Yasir Îsawî kuştine.

Piştî teqînên li Bexda û êrişên DAIŞ’ê yên li rojhilatê Tikrîtê li dijî Heşdî Şebî pêk hat û 11 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin, Iraqê li rojavayê Bexda, Feluce û Enbarê dest bi pêngava bi navê ‘Tolsitandina şehîdan’ kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê ragihand ku piştî kuştina Îsawî, 17 çeteyên din yên DAIŞ’ê hatine kuştin.

ÇAVKANÎ; ROJNEWS

Show More
Back to top button