Şaredariyên Şengalê xebatên xwe didomînin

Kar û xebatên Şaredariyên Gel ên ser bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dewam dikin. Di çarçoveya pêkaînîna pêwîstiyên gel de şaredariyê rêya derbasî Xane Kevin dibe çêkir.

Tevî gef û êrişên li ser Şengalê û hewldanên tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, Rêvberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe re di nava kar deye û ji bo xelkê Şengalê xizmetê dike.

Di çarçoveya pêkanîna  pêwsîtiyên gel de, li ser daxwaza xelkê herêmê Şaredariya Gel a Xanesorê   dest bi çêkirina rêyên xirabe kir.

Taybet li Xana Kevin ku gelek rêyên ku ji dema fermanê nehatibûn çêkirin, şaredarî kar û xebatên xwe dewam dike. Îro jî rêya ku derbasî Xane Kevin dibe ji aliyê şaredariyê ve hate çêkirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button