Gelê Şengalê ji bo piştgiriya gerîla meşiya  

Bi pêşengiya  ciwanên Êzidî li Serdeşta çiyayê Şengalê meşek hate lidarxistin, di meşê de bi daxuyaniyekê banga beşdariya li şerê li dijî îxanetê hate kirin.

Bi armanca piştgiriya gerîla li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Yeketiya Jinên Ciwanên Êzidî û Yeketiya Ciwanîn Êzidî, bi dirûşmeya ” li dijî dagîrker û îxanetê werin cenga azadiyê” meşek hate lidarxistin. Meşa ciwanan ji seytereya YJŞ’ê ku  derbasî   Serdeştê dibe  despêkir. Di meşê de alên PKK’ê,HPG û Posterên Rêber Ocalan û sembolên gerîla hatin berzkirin. Meşa ciwana ku bi qasî sê kîlometre heya Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan berdeam kir. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla, bimire îxanet” qêriyan.

Li vir li ser navê Yeketiya Ciwanên Êzidî û Yeketiya jinên  ciwan ê Êzidî daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Sara Botan ve hate xwendin de berxwedaniya gerîla hate silavkirin û hate gotin: “Ev berxwedaniya li çiyayên azad bi pêşengiya gerîla tê meşandin,berxwedanek dîrokiye û bila dijmin baş bizanibe ku ev berxwedanî wê biser bikeve. Ji berku li ser şopa şehîdan û ramanên Rêber Apo berxwedanî tê kirin.

Berxwedaniya li Zap, Metîna û çiyayên azad tê meşandin berxwedaniyek bê hempa ye û  berxwedanî temsîla tevahiya gelê azadîxwaz dike. Taybet ji bo gelê me ê Başûrê Kurdistanê berxwedanî tê kirin jiber ku armanca dijmin dagîrkirina axa Başûre. Em wek civaka Êzidî xwe beşek ji vê berxwedaniyê dibînin. Liser vî esasî  em wek civaka Êzidî û taybet ciwan  piştgirtiya xwe ji bo gerîla tînin ziman. Emê heya dawî çalakî û meşên xwe yên ji bo gerîla dewam bikin. Her civakek ku li azadiya xwe digere berxwedanî ji bo wane.

Gerîla ji bona mirovahiyê şer dike, lê helwesta saziyên ku xwe wek parazvanê mafê mirovan dibînin û NY’ê em şermezar dikin. Ji ber ku bêdengî hilbijartine. Êrîşên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê tên meşandin ji şerê li ser gerîla ne qute. Taybet gelê Başûrê Kurdistanê pêwîste rabin ser xwe li dijî hevakarên dewleta Tirk, PDK’ê rabin û vê hevakariya wan a bi dijimn re qebûl nekin. Banga me ji ciwanên Êzidî re beşdarî nava berxwedanê bibin berê xwe bidin nava refên gerîla, YBŞ û YJŞ’ê.”

Piştî daxuyaniyê bi dirûşmên “Bimre îxanet”, “Bijî Rêber Apo” meş bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button