Xelkê me xwest peymana li ser Şengalê were betalkirin

Şandeyê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî rayedarên Iraqê, Misrê û Rûsyayê kir

Li ser navê xelkê me bi rojane Şandeya Rêveber a Şengalê li Bexdayê hevdîtinan pêk dianî. Herî dawî hate hînbûn ku şandeyê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê me pêşkêşî berpirsên Iraqê, Misr û Rûsya kirine û ji wan xwestine ku peymana li ser Şengalê were betal kirin.

Şandeya ku ji nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveberiya Şengalê pêkdihat herî dawî bi Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ubadî, Cîgirê Sefîrê Misrê û Sefîrê Rûsyayê re civiyan.

Di daxwaznayê de xwestekên gelê di çend xalan de hatiye vegotin, yêk ji van xalan jî girtina asîmanê Şengalê ji êrîşên ezmanî û destdirêjiyên herêmî li dijî welatiyên me

Di daxwaznameyê de van xalan hatin ser ziman;
“Em dixwazin ku ev peymana kirêt were betalkirin, ji ber ku danûstandina lêhûrbûnên vê peymanê tenê di navbera du aliyan, hikûmeta Federal û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) de pêk hatiye. Di peymanê de aliyê siyasî yê têklîdarê peymanê, ango bêtirî 250 hezar welatiyên Êzdî yên Iraqê li Şengalê hatine dûrxistin û derbarê çi lêhûrbûneke vê peymanê de nêrîna wan nehatiye wergirtin. Hin ji sedemên sereke yên nerazîbûnê jî ev in:

Nêrîna welatiyên Şengalê di vê peymanê de nehatiye wergirtin, çi yên vegeriyane warê xwe ku hejmara wan bêtirî 120 hezar e û yên di kampên koçberiyê de ku hatine paşguhkirin û hejmara wan jî bêtirî 150 hezar e. Ji van hemûyan tê xwestin ku peymanê pêk bînin tevî ku ti daxwazeke wan û vegera wan û aramiyê bi cih nîne, tenê berjewendiyên aliyên peyman îmzekirine pêk tîne. Ev peyman bêyî ku rêzê ji nêrîna wan re bigire hatiye îmzekirin.

Heta niha hesab ji hêzên leşkerî yên PDK’ê  ku dema êrîşa çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê, vekişiyane nehatiye xwestin. Vê yekê hişt ku alîkariya DAIŞ’ê were kirin da ku komkujiyan bi serê Êzdiyan bike û bi hezaran welatiyan birevîne. Ev peyman riya vegera vê hêza ku ji Şengalê vekişiyaye careke din bi hêsanî vedike û ev yek jî ji aliyên welatiyên Şengalê ve neyê qebûlkirin, ku dê careke din dê rastî komkujiyan were dê dîsa vekişin eger rêxistineke radîkal yan DAIŞ êrîş bike. Yê ceribandî nayê ceribandin.

Du / Dosya vegera koçberan:

1- Dosya vegera koçberên Êzdî li Şengalê ji danûstandinên siyasî were dûrxistin û hikûmeta federal bi awayekî rasterast rê ji vegereke hêsan a Şengalê re veke, nemaze qonaxên wergirtina destûra vegera li Şengalê werin kurtkirin ku du mehan dirêj dike û herî kêm erêkirina heft aliyan dixwaze ew jî ev in: “Rêveberiya kompan, Rêveberiya Navçeyê, Qayîmeqam, Asayîş, Meclîsa Karûbarên Koçberan, beşa Wezareta penaber û koçberan a navendî, erêkirina dîwana parêzgeha Duhokê. Ev derengxistina bi zanebûn hêviya kesên dixwazin vegerin dişkîne û ji ber wê di kampan de dimînin.

2- Riya veguhastina ji Kampan were hêsankirin bi riya (Duhok – Sihêla – Şengal), (Duhok – Bendava Mûsilê – Şengal), (Duhok – Mûsil – Şengal)

3- Dayîna pêşkêşiyekê ji kesên vegeriyan Şengalê re were lezkirin, niha bêtirî 18 hezar malbatên Êzdî ev çend sal in vegeriyane şengalê û berûvajî deverên Iraqê yên din, van malbatan ti pêşkêşî wernegirtine. Ev yek jî ji ber xemsariya bi zanebûn a wezareta penaber û koçberan e ku agahiyên malbatên vegeriyane bi hincetên cûda danexistine agahîdanka wezaretê, hin caran jî bi hinceta ku kadorya wan tune ye yan jî agahî kêm in.

4- Qezaya Şengalê di qereboya avahiyên hilweşandî, şehîd, birîndar û yên hatine revandin de were çespandin. Heta niha ti xaniyekî hilweşandî yan şehîdek yan kesekî windayî li giştî Şengalê nehatiye tazmînatkirin, tevî destdirêjî û komkujiyên li Şengalê pêk hatine û bi hezaran mal û xanî li Şengalê hatine hilweşandin.

Sê / Hin pêşniyar û çareserî:

1- Ji ber ku destûra komara Îraqê destûrekî federal e, û li gorî madeyên ji destûr (2 – 4 – 5 – 12 – 14 – 15 – 20 – 22 – 29 – 31 – 34 – 37 – 39 – 43 – 45 – 60 – 104 – 116 – 117 – 118 – 121 – 125 – 132), evan made mafên rêveberî, siyasî, ewlehî, çandî, aborî û perwerdekirina netewên cûda digirin nava xwe; li ser bingeha van madeyan di ragihandina cîhanî ya mafên mirovan de, û li ser bingeha hevpeyaman Netewên Yekbûyî ku mafê kêmnetewan di rêveberiya karûbarên xwe de piştrast dike, em dixwazin ku qanûneke were derxistin ku li gorî wê Şengal rêveberiya xwe ya xweser pêk bîne û ji nakokiyên navnetewî û herêmî û hundirîn li ser coxrafya Şengalê xilas bibe. Divê hikûmeta navendî û civaka navnetewî weke “rêbazekî qerebokirina ji ber qirkirin û komkujiyên rastî êzdiyan hatine” bigire dest. Di vê çarçoveyê de pêşkêşiya qurbaniyan were kirin û rêveberiya wan a xweser were erêkirin da ku ji nakokiyên siyasî yên li ser ax û nasnameya wan rizgar bibin. Em dibînin ku ev gav ji bo jinûve avakirina nasnameya niştimanî ya Êzdiyan gelekî girîng e.

2- Asîmanê Şengalê ji êrîşên ezmanî û destdirêjiyên herêmî li dijî welatiyan were hişyarkirin.

3- Bicihkirina rewşa qanûnî ya hêzên ewlehiya hundurîn (Asayîşa Êzdîxanê) ku hejmara wan nêzî 700 endam in û ji bo valahiya ewlehî ya li Şengalê dagire hatiye avakirin.

4- Alîkarî û xurtkirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) weke misogeriyekê û dilsozî bi welatiyên Şengalê re.

5- Li gel tiştên li jor hatiye behskirin, em di dorpêçê de ne û ji aliyekî  ve hatûçûna di navbera Şengalê û herêma Kurdistanê de û ji aliyekî din ve di navbera Şengal û Mûsilê û di navbera Mûsil û Duhokê de gelekî dijwar bûye. Ji ber vê yekê pêdiviya me bi çareseriyeke lezgîn heye û riya tekane (dergeha Bare ya bi Bakurê Sûriyeyê re) ye û em têre alîkariyên mirovahî û tenduristî werdigirin, ji ber vê yekê em dixwazin hatûçûna bi Bakurê Sûryeyê re were hêsankirin.

6- Çavdêriyeke giran li ser navendên hilbijartinên parlemanê li deverên Herêma Kurdistanê were danîn, da ku rê li pêşiya sextekariya desthilatdarên PDK’ê were girtin û welatî neyên neçarkirin ku dengê xwe bidin lîsteya PDK’ê.”

ÇAVKANÎ; ROJNEWS

Show More
Back to top button
Peywendî deynin