Li Şengalê belge filma ‘Nûjiyan’ hate nîşandan 

Îro bi beşdarbûna giştî endamên sazî û dezgehên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê belge filma bi navê ‘Nûjiyan’ yekem car li bajaroka Xanesorê hate temaşekirin.

Bi beşdarbûyina endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li bajaroka Xanesorê demjimer 16:00 an de li avahiya Meclisa Xanesorê belgeflîma bi navê ‘Nûjiyan’ yekem car hate temaşekirin. Belge filma Nûjiyan bi derhêneriya Jînda Asmen, Zinarîn Zinar û lîstokvan Ferîde Zade ve hatiye amede kirin. Xebata amadekirina belge filmê di sala 2019’an de destpê kiriye û sala 2022’an temam buye.

Şehîd Nûjiyan ji bo xiyaneta ser civaka Êzidî derxîne holê di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de bi kamera xwe ve berê xwe da Şengalê. Rojnamevan Ş.Nûjiyan di Şengalê de heqîqatê ragihand cîhanê û bû dengê jinên Êzidî. Di dema şerê giran de gelek caran çeperên herî pêş berxwedaniya şervanên azadiyê dişopand. Ş.Nûjiyan 2 sal li Şengalê ma û şahîdiya berxwedaniya jinên Êzidî kir. Bi gelek xebatê xwe berxwedaniya civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî ragihand cîhanê. Ş.Nûjiyan bi keda xwe ya mezin ji bo dîroka civaka xwe kar meşand û ket nav rûpelên dîrokê. Ş.Nûjiyan jinên Êzidî di derdora xwe de komkir û ji bo bibin rojnamevanekî civaka Êzidî wan perwerde kir. Heta roja me ya îro jî kar û xebatên çapameni ya Şengalê li ser navê Ş.Nûjiyan Erhan tê meşandin.

Rojnamevan Ş.Nûjiyan Erhan di encama erîşê Peşmergeyên Roj a li ser PDK’ê ve 3’ê Adara 2017’de li şerê Xanesorê bi giranî bîrindar bû. Di 22’ê Adarê de jî li nexweşxaneya Hesekê gihîşt şahadetê.

Beriya temaşekirina belge filmê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) Sabîha Sabrî û rêhavalê Ş.Nûjiyan Erhan, Hadî Elyas axivîn.

‘Nûjiyan bi keda xwe birîna jinên Êzidî derman kir’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di despêka axaftina xwe de di şexsê Şehîd Nûjiyan de tevahi şehîdan bibîr anî û wiha got: “Civaka Êzidî Heval Nûjiyan jî nêz ve nas dikin. Di dema fermanê de bê kû dudilî jiyan bike berê xwe da Şengalê. Ew dijminên ku xwest di şexsê jinên Êzidî de civaka Êzidî tune bike, heval Nûjiyan rastiya wan derxist holê.”

Sabîha bal kişand ser keda heval Nûjiyan ku li ber civaka Êzidî dayîye û wiha domand: “Nûjiyan ji bo dermankirina Şengalê berê xwe da vê axê. Bi rastî jî Nûjiyanê bi kêda xwe bi tekoşîn û dilê xwe yê mezin birînên jinên Êzidî derman kir û ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî bi keda xwe û rêhevalên xwe re jiyanek nû avakir. Heval Nûjiyan bu dengê civaka Êzidî û bu dengê dayîkan. Heman demî berxwedaniya ku di Şengale de hate kirin şopand û da ragihandin. Em li ser şopa heqiqata Ş.Nûjiyanin.”

Yek jî Rêhavalê vê ya dozê Hadî Elyas ku di dema birîndariya Ş.Nûjiyan de li keleka wê amadebû û heman demî birîndar bibû, behsa serpêhatiyên wê rojê kir û da diyarkirin ku ew weki rojnamevanên civaka Êzidî li ser şopa heqîqata ragihandina azad dimeşin.

Piştî axaftinan ji aliyê rêhaval û şopdarên Ş.Nûjiyan ve çira hate pêxistin û belge film hate temaşekirin. Temaşekirina belge filmê bi diruşmayên ‘Şêhîd namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bu.

Di dawiyê de li ser navê TAJÊ, ji aliyê berdevka TAJÊ ve zarokên ku navê wan Nûjiyan bûn, hatin xelat kirin.

Tê payîn di 29’ê Gulanê de jî li Navenda Şengalê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bê pêşandan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button