JI BILI XWEPARASTINÊ TI RIYÊN DIN TUNE

Li hemû cîhanê şer heye. Xwîn li her derê cîhanê diherike. Di van hemû şeran de cûrbecûr çek tên bikaranîn. Dewletên cîhanê ji bo hilberîna çekan di nav pêşbaziyek dijwar de ne. Di van demên ku mirov birçî ne. Hemû dewlemendiyên binerd û sererd tên desteserkirin û bi dahata van çavkaniyan çekên ku ji bo rijandina xwîna mirovan tên bikaranîn û her wiha gav bi gav xwezayê ber bi felaketê ve dikişînin tên çêkirin. Li hemberî kê şer tên kirin? Şerên di navbera dewletan de ji bilî xapandina mirovan ti wateya xwe nîne. Di eslê xwe de hemû şer ji aliyê pergala dewletparêz ve li dijî tevahî civak û xwezayê tê meşandin. Fêm nekirina vê yekê û nexwendina wê bibe xeletiya herî mezin. Yên ku ji van şeran herî zêde êş kişandine, gelên bindest in ku ji bilî jiyana azad û bi rûmet tu daxwaza wan tune. Çima? Ji ber ku ev gel dizanin ku tinebûn tenê bi jiyana azad pêkan e û ji bo vê jî li ber xwe didin.Bê guman li cîhanê gelên ku bi vî rengî li ber xwe didin hene. Lê belê rewşa gelê Kurd tam rewşeke wisa îfade dike ku tenê di sedsala dawî de rastî hemû êrîşên qirkirinê hatiye. Lê belê nayê nîqaşkirin ku di nava gelê Kurd de yên herî zêde rastî êrîşan hatine û gelek caran rastî qirkirinên girseyî hatine Êzidî ne. Êzîdî dibêjin ku wan heta niha 73 ferman jiyaye. Dibe ku ev jimar zêdetir e. Wê hingê, ev ferman ne tenê jimar in. Ferman tê wateya jenosîd. Ji aliyê din ve qirkirin tê wateya derbaskirina komkujiyên fîzîkî û çandî yên bêhejmar. Zehmet e ku meriv bifikire jî ku ev rewşek çiqas giran e, êşek çiqas bêtehemûl e. Êzidiyan bi tehlîlkirina vê êşê karîbûn hebûna xwe gihandine roja me ya îroyîn. Lê di heman demê de Êzidiyan ji van fermanan dersên girîng girtin. Piştî fermana dawî ya êrîşa DAIŞ’ê, fêm kirin ku êdî nikarin hebûna xwe bi tenê bi êşê bijîn.Di vê dema ku şer li hemû cîhanê belav bûye û mêtingeriya tirk û xiyaneta PDK’ê li dijî wan tê kirin, di vê demê de ku li dijî wan têdigihin, bêyî xweparastinê nikarin bijîn, planên xwe yên qirkirinê yên teqez dixin pratîkê. Ji bo vê jî hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ ava kirin. Û vê hêzê xeta xwe ya berxwedanê li ser şîara pîroz û herî însanî ya “Eger hemû cîhan li hember min derkeve ez teslîm nabim, ger hemû hêza min a cîhanê hebe ez ê êrîşî tu kesî nekim” ava kir. Şervanên YBŞ-YJŞ’ê li hemberî êrîşa dawî ya artêşa Iraqê bi berxwedana xwe ya bêhempa careke din îspat kirin ku êrîşî tu kesî nakin lê eger êrîş li wan bê kirin dê ti carî teslîm nebin. Şerê ku li navçeya Dîgor a Şengalê giran bû, rojekê dewam kir û şerekî pir dijwar derbas bû. Artêşa Iraqê Kazimî bi dehan tank, bi sedan wesayîtên zirxî û bi hezaran leşkeran êrîşî navçeya Dîgorê kir. Gund bi çekên tangan ên bêserûber hate lêdan.Bi fuzeyan êrîşî çeperên şervanên YBŞ’ê kirin. Li bajarokê Dîgorê şer destpêkiribû. Ger ev der bihata derbaskirin, dê hemû şêniyên Şengalê bihatana dagirkirin û belkî ji sala 2014’an êzdiyan bi fermaneke dijwartir rû bi rû bihata. Şervanên YBŞ’ê helbet hay ji vê rewşê hebû. Li hemberî vê xetereyê bi çekên ferdî yên di destê xwe de şerê xweparastinê yê tam dane meşandin. Di vî şerê ku bi saetan dom kir de artêşa Iraqê nikarîbû ji Dîgorê derbas bibe û neçar ma paşve vekişe. Niha jî zanyariyên ji meydanê tên, artêşa Iraqê amadekariya êrişeke berfirehtir dike. Belê, artêşa Iraqê amadekariya şerekî berfirehtir dike. Dibêjin dewleta Iraqê bi Êzidiyan re di nava danûstandinan de ye, lê divê her kes, em hemû bizane ku artêş amadekariya êrîşeke nû û dijwartir dike û divê haya me ji vê metirsiyê hebe. Wekî din, rewşên nû dikarin derkevin holê ku dê encamên pir giran hebin. Ji bîr nekin! Şer tiştekî xerab e!Lê ji bo rawestandina şer, rexnekirin an jî gotin şer xerab e têrê nake, me gelek caran dît ku têrê nake. Şer tenê bi şerê xweparastinê yê xurt dikare were sekinandin. Xweparastin tê wateya di nava berxwedanê de li qadan, li kolanan, li her derê û li qadan jî berxwedan e. Çawa ku bêyî xweparastinê jiyaneke bi rûmet ne pêkan e, di jiyana azad de jî ne pêkan e. Lewma îro roja xwedîderketina li rûmet û azadiya xwe ye. Îro roja tevlîbûna şerê xweparastinê ye. Xwezî bi wan kesên ku ji bo parastina gel û welatê xwe û ji ber vê yekê rûmeta xwe di berxwedana xwerêveberiyê de cih digirin…

SEID ZEKÎ

Show More
Back to top button