Ciwanên Êzidî civiyan: Ji bo piştgiriya hêzên xwe em amadene  

Li Şengalê civîna ciwanên Êzidî pêkhat. Civîn li ser rewşa dawî ya li Şengal, zextên ser civaka Êzidî û gengeşiya li Iraqê heyî, hate lidarxistin. Ciwanên beşdarî civînê bûbûn jî gotin ew heya dawî piştgiriya Hêzên Parastina Şengalê ne û çi ji destê wan bê wê bikin.

Li Şengalê civînên li ser rewşa dawî ya Şengal û Iraqê bi giştî berdewam dikin. Îro li Geliyê Kersê civîna ciwanan hebû. Ciwan ji çar aliyê Şengalê piştî nîvro berê xwe dan Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan û li hev civîyan. Cîvîn piştî nîvro di demjimêr derdor 15:00 dest pêkir. Civîn ji aliyê Yêkitiya Ciwanên Êzidî û Jinên Cîwan yên Êzidî ya Şengalê ve hate organîze kirin. Li ser navê fermandariya YBŞ’ê jî Kurtay Şengalî wek axaftvanê mêvan beşdarî civînê bû. Tevlîbûna civînê jî bi girseyî pêkhat.

Civîna ciwanên Şengalê bi deqeyek rêzgirtina bo şehîdên Şengalê û tekoşîna azadiyê destpêkir.

Di destpêka civînê de êrîşên dawî ku ji aliyê artêşa Iraqê ve li ser Şengalê hate pêkanîn, peymana 9’ê Cotmehê û hewildanên vegerandina peşmergeyên roj ji aliyê PDK ve hate destgirtin. Axaftina destpêkê ji aliyê rêveberiya YBŞ Kurtay Şengalî ve hate kirin. Kurtay Şengalî di serî de berxwedaniya gerilayên HPG û YJA Star ya li Herêmên Parastina Medyayê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav kir, îxaneta PDK dike jî bilêv kir û li ser rewşa dawî de nêrînên xwe parve kir.

Piştre Endamên Rêveberiya Yekitiya Ciwanên Êzidî Êrîş Şengalî û Sara Şengalî axivîn. Wate û girîngiya pêkanîna rol û mîsyonên her ferdekî civaka Êzidî anîn ser ziman û gotin girîng e ku ciwanên Êzidî di parastina xak, bawerî, çanda civaka xwe de erk bigrin û rolê xwe bileyîzin.

Li ser pêkanîna civînê ciwanên bi navên Faraşîn û Rûkan ji bo ajansa me axivîn û keyfxweşiya xwe bo beşdarbûna civînê anîn ser ziman.

Faraşîn Şengalî anî ser ziman ku di civînê de li ser siyaseta li ser Şengalê tê meşandin hatiye dest girtin û wiha got; “Çi dibe bila bibe emê heya dawî piştgiriya YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bikin. Çi ji destê me bê emê bikin û nehêlin êrîşî wana bikin. ji ber ku hemû xwişk û birayên me ne. Ew hem me hem Şengalê diparêzin.”

Cîwanê bi navê Rûkan jî wiha got; “Em îro bo civînê kom bûne ji ber zextên artêşa Iraq’ê ku li ser hêza parastina me, li ser YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê tên kirin hene. Em ji bo piştgiriya hêzên xwe û civaka xwe civiyane. Çi ji destê me bê emê bo hêzên xwe, civaka xwe û Şengalê bikin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button