Li Bexda carek din êrişa ser Şengalê hate şermezarkirin 

Ji bo şermezarkirina êrişa artêşa Kazimî ya bi hevkariya PDK’ê û Tikiyeyê li ser Şengalê, li Bexda carek din xwepêşandanek hat li darxistin. Çalakvanan diruşmeyên ‘Şengal ne ji bo firotinê ye’ berzkirin.

Komek welatiyên xelkê Bexda li dijî êrişa Hikumeta Kazimî ya bi hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser Şengalê dayî destpêkirin, xwepêşandanek li ser rêya Mutenebî ya Bexda li darxistin.

Çalakvanan diruşmeyên ‘Şengal mala gele, ne ji bo firotinê ye’ û ‘Ji kuştinê re na, ji çareseriya Şengalê re erê’ berzkirin.

Hêjayî gotinê ye hefteya borî ciwanan li Bexda xwepêşandanek li darxistibûn. Ciwanan xwestibû êrişa ser Şengalê were rawestandin.

rojnews

Show More
Back to top button