Ciwanên Şengalê: Şandeya çû Bexdayê nûnertiya me nake-NÛ BÛ  

Piştî êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê destpêkir û zextên PDK ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê zêde bûn ciwan li nahiya Sinûnê kom dibin û çalakiyên xwe pêktînin. Di çalakiya îro de peyama ciwanan ji bo Mistefa Kazimî bû û diyar kirin ku şandeya çûye Bexda nûnertiya wan nake.

Li nehiya Sînûnê ya Şengalê, li gel Çarxerêya Ş. Mam Zekî Şengalî çalakiya cîwanan li hemberî hebûna artêşa Iraqê ya li gund û bajaran berdewam dike. Çalakî îro jî berdewam kir. Çalakvanan jî şandeya ku di bin pêşengtiya PDK’ê de çûye Bexdayê ku îdia dike nûnerên Şengalê ye red kirin û gotin ew şande wan temsîl nakin.

‘Ne şande ne jî peymana 9’ê Cotmehê me temsîl nake’

Di çalakiyê de cîwanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ciwanan de ku dîrek hîtabî Kazimî dike de vana tê gotin; “Ew şandeya ku çûye Bexda yê da ku Kazimî re hevdîtin bike derveyî biryara ciwanên serbixwe ye. Ciwanên serbixwe ew kesên çûne nehilbijartîne. Me nexwestiye şandeyek bi vî şiklî biçe. Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku hejmara ciwanên ku beşdarî wê şandêyê bûne temsîla me nake. Ew kesên çûne îrada me temsîl nakin. Em wek ciwan li pişt daxwazên civaka xwe ne. Em ne piştgirê peymana 9’ê Cotmehê ne ku di navbera Hewler-Bexda de hatiye îmze kirinin jî.  Em vê peymanê qebûl nakin ji ber ku gelek şik û gûmanan ava dike.”

Ciwanan di çalakiya xwe de cardin pankartên xwe rakirin û daxwazên xwe anîn ser ziman.

PDK bi koma xwe li pey provokasyonan bû

Di vê navberê de li Şengalê dawî li hewldanên PDK’ê yên provokatîf  nayê. Ev demeke li ser bangawaziya parlamenterê PDK’ê Mihemed Xelîl, Aştî Koçer jî di nav de seferberiyek îlan kirîne û hewil didin civaka Êzidî ji bo berjewendiyên xwe berdin hev.

Gelek ji wan pêşmergeyên fermî jî di nav de hejmarek alîgirên xwe anîne Şengalê û li pey tehrika ne.

Civaka Şengalê ku di encama xiyaneta PDK’ê ya li hemberî civaka Êzidî gelek êş û azar jiyan kir û îro jî bi hezaran windane, dîl hene jî israr dike peymana 9’ê Cotmehê ku destkeftiyên li Şengalê dike hedef bide pêk anîn. PDK jî bi israr dixwaze van çalakiyan berevajî bike û dijî Asayîşa Êzidxan û saziyên din yên Şengalê bixe hedef. Ev koma PDK’ê li nehiya Sînûnê ya Şengalê îro jî hewildanên xwe pêkanî.

Ji ber ciwanan pankarên ji bo piştgiriya hebûna Asayîşa Êzidxanê rakirin, Koma PDK’ê ya provakatîv hewl da mûxadaxale bike.

Koma PDK’yî bi mûdaxaleyên xwe xwestin çalakiyê vala derxin û berê çalakiyê bidin guhartin, lê belê ciwanên Şengalê cardin bi israr û biryardarî bersiv dan koma aligirê pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê û peyama ku bêçek kirina civaka Êzidî tine kirina civakê ye, nabe ku Şengal bê Asayîşa Êzidxan bê fikirîn da.

Çalakiya ciwanan di van kêliyan de jî berdewam dike. Ciwan dixwazin artêş ji gund û bajaran derkevin, parastina hundirîn jî ji aliyê Şirta û Asayîşa Êzidxan ve bêkirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button