Şengalî: Pêwîste Êzidî xwedî li hêzên xwe derkevin 

Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif Şengalî diyar kir ku divê civaka Êzidî li derdora hêzên xwe yê parastinê kom bibe û got: “Eger civaka Êzidî bê hêzê parastinê bimîne ewê civak qir bibe. Tenê YBŞ- YJŞ  û Asayîş dikare rê li ber fermana bigire”

Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif Şengalî têkildarî rewşa Şengalê ji Rojnews’ê re axivî û bang li civaka Êzidî kir ku li derdora hêzên xwe yê parastinê kom bibin û got: “Di dîrokê de ev dibe cara yekemîn ku civaka Êzidî bûya xwedî hêza parastina xwe, divê Êzidî li hêzên xwe ya parastinê xwedî dekevin.”

‘Ti hêviyên civaka me ji hikûmeta Kazimî nîna’

Mamosta Nayif diyar kir ku ti hêviya civaka Êzidî bi hikûmeta Kazimî nîne û got: “Em berê xwe bidinê, di aliyê siyasî de û geşedanên li herênmê diqewimin, wisa xuya dike eger civaka Êzidî ne xwedî hêz xwe ya parastinê be, wê li ser xaka Rojhilata Navîn jiyankirin ji bo me zehmet be. Ji ber wê jî divê Êzidî li derdora hêza xwe ya parastinê kom bibin û xwedî li van hêza derkevin. Pêwîste civaka me   bi dîrokê bifikre. Dema desthildariya Iraqê li destê Sunneyan de bû, gelê me dihate qetilkirin û ew perê ku li guleyan xerc dikirin, perê wan ji malbatên me dihate girtin.  Piştî wê  dema deshildariya vir keta destê hikûmeta Kurdî  ya Baûrê Kuridistanê de, me ji xwe re wisa xeyal dikir ku emê bi azadî, çand û zimanê  xwe jiyan bikin, lê ev yek ji me re bû xewn , her kesekî dît ku em di komkujiya re derbaskirin.

Dema ku PDK’ê 12’e hezar pêşmergeyên  xwe tevî 7 hezar leşkerên Iraqê ji herêmê vekişandin û ferman bi ser me de hat, wê demê me famkir ku ewa em  têde xewn bû. Di dema ku desthilata Başûr li vir bû, hemû çekên di destê gelê me de ji malên wan hatin derxistin û gel bê çek kir, bêparastin hiştin.”

‘Gelê Êzidî fam kiriya ku xwe biparêze’

Di dewama axaftina xwe de Şengalî got: “Pıştî xiyanet li  me hate kirin, gelê me şiyar bû û hat naskirin ku çawa xwe biparêze. Di vê demê de deshlidariya Şîa hatiya, lê ew jî ti baweriyê nadin me ku em karibin pişta xwe bi wan girê bidin. Li ber çavê her kesî, niha hate xuyakirin ku ev desthilatdarî dixwaze me tine bike. Bi taybet hikûmeta Kazimî ti baweriyê na me civaka Êzidî.”

Tenê YBŞ- YJŞ  û Asayîş dikare rê li ber fermana bigire’

Şengalî di dewam axaftina xwe de peymana 9’ê Cotmehê jî bi bîr xist û diyar kir ku ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û hin welatên derve ev peyman li ser civaka Êzidî hate îmzakirin û wiha domand: “Pêwsîte gelê me baş zanibe, yekane rêya ku me ji qirkirina rizgar bike, hêza rê liber fermana bigire û ferman dûbara nebin, hêzên me yê piştî fermanê hatina avakirn  û parastina vê civakê dikin YBŞ, YJŞ û Asayîşe. Li ser civaka me û gele  me pêwsîte. Ji ber me bi siya van hêza kariya em civakê biparêzin û jiyanê ji nûve li Şengalê vegerînin.”

‘Di dema şer de her kes bêdeng ma’

Mamosta Nayîf Şengalî li ser çalakiyên gel ên li dijî rûdana şerê li Şengalê tên kirin jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev çalakî  ku niha tên kirin, em dizanin hin aliyên derve û partiyên siyasî dixwazin armanca wan a serek biguherin. Ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Eger di dema destpêka êrişa artêşa Iraqê de van çalahgeran ev çalakî kiribana û li dijî artêşê rawestiyan ewê ev şer derneketiba. Dema ku niyeta Iraqê ya êrişa li ser YBŞ’ê de çêbû wê demê tevahiya aliyên din bêdeng man û xwe ker kirin.  Ev jî bû sedem ku mijar berfireh bibe û tevahiya Şengalê bide ber xwe. Dema ev şer derket jî hin alî hebûn, dixwestin ku ev şer mezin be û gelê Şengalê koçber bibe. Hedef ew bû ku Şengalê ji gelê wê bidin valakirin.”

 ‘Hin alî dixwazin Şengalê ji gel vala bikin’

Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif Şengalî li ser propagandayên  PDK’ê yên li ser Şengalê jî got: “Aliyên ku niha dixwazin  tevliheviyê li Şengal derxin, di dema rizgarkirina Şengalê de wan ti berdêl nedan, çawa Şengal radestî çeteyan kirin bi heman awayî ketin Şengalê û ev yek ji xwe re kirina  wek serkeftinê û heya niha li ser vî esasî propagandaya xwe dikin.Van hêza di sala 2017’an de jî dema metirsî li se xwe dît, bê ku bi gel bifikir carekî din ji herêmê reviyan. Ji ber wê jî pêwsîte gelê me baş fam bike tu kes wan naparêze ji bilî hêzên me YBŞ, YJŞ’ û Asayîşa Êzdîxanê. Ev hêz dikarin ji bo me canê xwe bidin û dane îspatkiirn ku ewê civaka xwe biparêzin.”

İBRAHÎM ÊZDÎN-ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button