Piştî plana PDK’ê têk çû, xelk vedigere Şengalê 

Piştî plana valekirina Şengalê ya PDK-Tirkiye û alîgirên Peymana 9’ê Cotmehê vale derket, xelk vedigere ser malên xwe. Li Dugurê bi dehan malbat vegeriyan.

PDK-Tirkiye xwestin vê carê bi tirsandinê, Şengalê vale bikin. Ji destpêka êrişên ser Şengalê ve, ragihandinên PDK’ê bi israr rastiyan berovajî dikir û dixwestin Şengalê vale bikin. Li gorî PDK’ê kes li Şengalê namabû, lê rastiyê, lîstikên PDK’ê vale derxist.

Xelk pêl bi pêl vedigere li ser mal û milkê xwe. Duh bi dehan malbatên xelkê Dugur a Şengalê carek din vegeriyan ser malên xwe.

Malbatên xelkê Dugurê ku kel û pelên xwe li wesayîtan barkiribûn, piştî dîtin plan a PDK’ê ye û dixwazin Şengalê vale bikin, carek din kel û pelên xwe ji wesayîtan daxistin û li malên xwe bicihbûn.

Dayîkek ji Dugurê diyarkir ku ew ti carî naxwazin li kampên Başûrê Kurdistanê bicih bibin, ji ber wê jî ewê dev ji malên xwe bernedin.

Hêjayî gotinê ye PDK’ê û hevkarên wê, li ser navê Artêşa Iraqê iddia kiribûn ku wê li Şengalê şer derbikeve. Piştî wê Artêşa Iraqê iddiaya PDK’ê derewand û artêşê da zanîn ku tiştek bi wî awayî nînin û divê civaka Êzidî neyê lîstikên qirêj.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button