‘Ji rêxistinbûn û hêza jinan ditirsin’

Jinên Şengalê qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr bi tundî şermezar kirin û gotin: "Dijmin her tim ji rêxistinbûna jinan û ji hêzbûna jinan ditirse.

Jinên Şengalê wiha pêde çûn; “Dijmin dema dibîne jin pêş dikevin û bi ser dikevin demildest êrişê dikin. Divê bê zanîn ku em bêdeng nabin û em ê li dijî her cûreyên êrişan li ber xwe bidin.”

Hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidê r di 22’yê çilê ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin revandin û li bajaroka Til Şayir a navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê hatin qetilkirin.

‘Divê cîhan bêdeng nemîne’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nîam Îlyas, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina Seida Feysal El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr û wiha var: “Em ji qetilkirina her du jinan gelekî bi bandor bûn ûn em pêciêê. Her du jin ji hêla DAÎŞ’ê bi hovane hatin qetilkirin. Em êşa wan gelek baş dizanin ji ber ku êşa me û ya wan heman êş e. Her du jin pêşengbûn û dixebitin. Jin li ku derê xwebirêxistin bike li vir dijmin êriş dike. Mînaka ber bi çav jî Rojava ye. Cinên kurd bi onu awayî xwe bi rêxistin dikin û xebatên xwe yên xweser domandin. Jin li Rojava pêşengtiya civaka xwe kirin û jin çarşefên xwe yên reş li ser xwe avêtin. Ez di vê baweriyê de me ku jin dema bixwaze dikare onu tiştî bike û hêza wê heye.”

‘Divê dagirkirina Şengalê neyê qebûlkirin’

Nîam, destnîşan kir ku ew wekî TAJÊ piştgirî didin têkoşîna cinên Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em qetilkirina her du jinan bi tundî şermezar dikin. Em bang li tevahiya cên cîhanê dikin ku li hemberî kiryarên hovane bêdeng nemînin. Em ji kuştin û tundiya li hemberî cinê re dibêjin êdî bes e. Ji bo mafê xwe divê jin li ber xwe bidin. Em ê tola jinên ku hatine qetilkirin bigirin. Em ê li pey şopa wan bin. Onun wiha niha Şengal di rewşeke xeter de ye dibe ku Şengal bê dagirkirin. Divê ev tişt ji hêla gel ve neyê qebûlkirin.”

‘Jin dê axa xwe biparêzin’

Endama TAJÊ Pakîze Celal, di destpêka axaftina xwe de qetilkirina her du jinan şermezar kir û diyar kir ku nahelin ku jin serî tırmık, xwe bi rêxistin bike û têbikoşe. Pakîze, daxuyand ku ku rêxistinbûna jinê di vê pêvajoyê de girîng e û wiha pêde çû; “Jin sitûna civakbûnê ye, ji bo hilweşandina vê sitûnê her tim qetlîaman pêk tînin. Em jin û dayikên Şengalê ji wan qetilkirina jinan pir xemgîn dibin. Em îro Rojava dibînin jin hatiye kijan astê û êdî pêşengiya civakê dikin. Civîn, meş û çalakiyên xweser li dar dixin. Em dixwazin cinên êzidî jî bi vî rengî têbikoşin. Xwedî li axa xwe, zarokên xwe asayîşa xwe derkevin.”

Yekitiya jinan hewce ye”

 Pakîze, da zanîn ku li hemberî Şengalê hêj planên qirêj didomîn û wiha axivî: ” Li Şengalê li her qadên jiyanê rêxistinbûnek heye. Bi taybetî cî jin hewl didin xwebirêxistin bikin. Jin li dijî her cûreyên êrîş, dagirkirin, biryar girtina li ser Şengalê bertekên xwe tînin ziman. Hewldana hikûmea Iraqê tê wateya qirkirina êzidiyan. Li dijî wan yekan divê em berxwedana xwe mezin bikin. Ez carek din qetilkirina her du jinan şermezar dikim û ez banga yekitiya jinan dikim. Onun wiha ez ji kuştin, qetilkirin û dagirkirinê re dibêjin êdî bes e.”

‘Dê li ber xwe bidin’

Sêvê Kûrto jî di axaftina xwe de bal kişand ser her du jinên ku li Hesekê hatin qetilkirin û wiha var: “Jinên li Rojava û jinên li Şengalê yek in. Em qetil kirina wan şermezar dikin û em ê tola hemû cinên hatine qetilkirin bigirin. Dijmin ji rêxistinbûna jinê û ji hêza jinan ditirse. Dijmin dema dibîne jin pêş dikevin û bi ser dikevin demildest êriş dike. Ji bo ku bindestiya jinê bidome jinê qetil dikin. Em jî di dema fermanê de bi gelek cureyên êrişan re rûbirû man. Em ketin destê DAÎŞ’ê, em hatin qetilkirin, em li bazaran hatin firotin. Piştî ku Şengal ji DAÎŞ’ê rizgar bû rêxistinbûn li pêş ket. Niha rewşa me ya jinan ne wekî beriya fermanê ye.”

Sêvê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tola hevalên xwe hildin, bi awayê herî çalak li ber xwe bidin. Her wiha jin dê di her helê de xwe perwerde bike û xwe pêş bixe.”

ÇAVKANÎ-EVÎN ZENDA – NESRÎN HİsÊN-CİnNEWS

Show More
Back to top button