Asayîşa Êzidxanê: Biryara me, berxwedan e 

Endamên Asayîşa Êzidxanê yên di çeperên parastina Şengalê de, diyarkirin ku ewê ti biryarên dijî îradeya civaka Êzidî qebûl nekin û gotin; “Me biryara berxwedanê daye.”

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an cara yekemîn civaka Êzidî bû xwedî hêzên parartinê û di milê leşkerî de xwe rêxistinkirin. Ji bilî YBŞ û YJŞ’ê ji bo parastina hundirîn hêzên Asayîşa Êzdîxan di sala 2016’an de hate damezirandin.

Ji roja Asayîşa Êzidxanê hatî avakirin heya niha, di serî de PDK, dewleta Tirk û Iraq ji bo tinekirina asayîşê di nava hewldanên qirêj dene.

Herî dawî artêşa Iraqê di 18’ê Nîsanê de êrişî noqteyên Asayîşa Êzidxanê kir. Li komelgeha Dugurê şer derket, ji wê rojê ve gelek hevdîtin çêbûn, lê Iraq li ser zextên PDK û Tirkiyeyê dixwaze, li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê bixe meriyetê.

Derbarê êrişên ser Şengalê de, endamên Asayîşa Êzidxanê yên di çeperên parastina Şengalê de ji ajansa me re axivîn.

Endamê Asayîşa Êzidxanê Merwan Malo destpêkê axivî û destnîşankir ku piraniya Şengalê dibin ewlekariya wan deye û wiha dom kir; “Em bi hemû pirsgirêkên civakê re eleqeder dibin, gelê me jî bi vê kêfxweşe. Di nava 7 salan de me rê li ber gelek aloziyan girtiye û me kariye em vê baweriyê bidin gelê xwe. Di serî de dewleta Tirk, PDK û Iraq, ger biryarên xelet li ser civaka me bidin, emê qebûl nekin. Em bixwe dizanin ji bo gelê me çi pêwîste û çi zerer dide pêşeroja wan.”

Merwan got ku ewê îtifaqên li ser wan bên çêkirin qebûl nekin, wek sedem jî got; “Me weke civaka Êzidî, di oxira vê dozê de bi sedan şehîd da. Emê heya dawî li ser rêya şehîdên xwe bimeşin.”

Endamek din ê Asayîşa Êzidxanê, Îzet Şengalî jî li ser mijarê axivî. Şengalî got ku ew biryarê ji gelê xwe digrin, Iraq dixwaze Êzidiyan tine bike û wiha axivî; “Ji ber ku gel me qebulkiriye û em hêza gelin, çi dibe bila bibe, em dev ji parastina gelê xwe bernadin. Ji bo ku civaka me di nava ewlehiyê de bimîne, çi ji destê me bê emê bikin. Me ji bo civaka xwe kedek mezin daye, ger Iraq vê nebîne jî, emê qebûl nekin.”

Şengalî dawî de balkêşa ser fermana 3 Tebaxa 2014’an û got; “Di dema fermanê de ti hêzek wan nehat me neparast, li me xwedî derneketin. Ji wê demê ve civaka Êzidî xwe diparêze. Mafê kesê nînin dijî me derkeve û tine bike. Ji ber ku em zarokên vî gelîne, em niştecihên Iraqêne, divê Iraqê spasiya me bike. Me biryara berxwedanê daye, emê heya dawî li ber xwe bidin û rê li ber hemû êrişên li ser îradeya civaka me, bigrîn.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button