Êrişên li ser Şengalê xizmeta Mîsak-i Mîllî dike

Hesabekî şaş dikin. Civaka Êzidî berxwedan daye ber xwe û azadî tahm kiriye. Wê şertên jiyana xerabtir qebûl nekin. Tekane tişta ku divê mirovayetî li dijî rastiya qirkirinê bike, hurmetê nîşanî mafê liyana azad a demokratîk bide.

Êrişên li ser Şengalê di demên dawîn de zêdetir bû. Alozî ne nûne, KDP û artêşa Iraqê ya ku gel bi hêviya qirkirinê hiştin, ji bo ku dîsa qadê têxe destê xwe, bi hincetên cihê rewşê provoke dike û dem deman rewşên bi şer çêdike. Tê dîtin ku di demên dawîn de ev helwest zêde bûye û li gorî konseptekê tê kirin. Dema ku xeta sînor a di navbera Şengal û Rojava tê girtin, hatina ji cihên din ên Iraqê ya ber bi Şengalê jî dijwar dibe.  Gelê Êzidî dibêje ‘dora me digirin’ Bi vê xeleqê re ya ku dora wan tê girtin, teslîmiyet li ser wan tê ferzkirin. Ev tişt bi metodên leşkerî ji ser artêşa Iraqê tê kirin. Ev nêzikatiyên ku li bendên kontrolê bi zextan tê kirin, kirinên rewşa awarte tînin bîra mirov. Di van zextan de yên ku li ser Êzidiyan tê kirin, dema te pirsîn fêdeya wê ji kê re heye, tê dîtin ku ji Iraqê zêdetir, berjwendiyên rêveberiya KDP’ê ya ku bûye dûvika dewleta Tirk derdikeve holê.

PROJEYA DÎWAR A TIRKAN E

Li ser sînorê Şengalê kevirên dîwar bi lezeke zêde tê raxistin, dîmena wekî sînorê di navbera Rojava-Tirkiye, Tirkiye-Rojhilat derdikeve holê. Ji ber ku kevirên dîwar ji Tirkiyeyê tê û ev proje ya Tirkan e. Piştî hilweşandina dîwarên serdema şerê sar, li dinyayê patenta dîwarê ku di navbera xizman de tê lêkirin ketiye destê rêveberiya faşîst a AKP’ê. Ev dîwar nîşan dide ku li ser Êzidiyan de jî dijminatî tê kirin. Ev ne bi tenê problema Şengal, Rojava, Rojhilat an jî ya Bakur e, ev problema Kurd û Kurdistanê ye. Di sedsala 21’emîn de faşîzma Tirk li pêş çavê hemû mirovayetiyê vî tiştî dike û ev problemeke neteweyî ye. Li Şengalê ev dîwar li hinek gundan tê tengkirin û hinek gundan dike du parçe yan jî gundan dixe nav herêma tampon. Vê xeta duyemîn a ku bi pênc kîlometreyan ber bi hundir ve tê kirin, ji qereqol û têlên sînor wê pêk were.

LI HEMBERÎ HÊZÊN PARASTINA ŞENGALÊ NÊZIKATIYÊN DIJMINANE

Tevî problema sînor li hemberî Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê û Asayîşê nêzikatiyên dijminane tê kirin. Hate ferzkirin ku li benda kontrolê ya Digurê ya girêdayî Sinûnê asayîş were derxistin û xwestin alozî çêbibe. Dema ku li hemberî vî tiştî berxwedan hate kirin jî êriş hate sekinandin û bi awayekî lihevkirî pirsgirêk hate çareserkirin. Lê çend saet şûnde êrişî bendên YBŞ û YJŞ’ê yên nêzî rêya Şengal-Medîbanê hate kirin. Li vir birîndar çêbûn lê ji ber berxwedanê artêş nekarî têkeve vir û ber bi başûr ve çû. Bi çekên giran êrişî benda YBŞ’ê ya li Medîban-Sîloyê kirin. YBŞ û YJŞ’ê bi çekên giran bersiv da wan. 4 wesayîtên Hammerê yê artêşê îmha bûn, mirî û birîndarên artêşê jî çêbûn. Şer heta nîvê şevê domiya, artêşê banga agirbest û hevdîtinê kir. Hêzên YBŞ’ê dizanibûn ku çavkaniya vê problemê dewleta Tirk a faşîst û KDP ye û ji ber vê diyar kir ew ji nêzikatiyên ji bo çareseriyê re amade ye. Şer sekinî lê ji ber ku çareserî pêk nehat, şerên biçûk çêbû.

Artêşa Iraqê ji bo ku êrişan bike, hincetan diafirîne. Dema artêşa Iraqê êriş kir endama YJŞ’ê Faraşîn Şengal birîndar bû û piştre şehîd bû. Dema cenaze birin goristanê endamên artêşê li benda kontrolê li destûrê pirsî. Vê kirina rewşa awarte ya ku artêşa Iraqê li ser Şengalê dike, gel bertekeke mezin nîşan da. Benda kontrolê hate derbaskirin û gel çû goristanê. Bi xwedîlêderketin û merasîmeke mezin Faraşîn Şengalî hate veşartin.

HESABÊN ŞAŞ DIKIN

YBŞ, YJŞ û Asayîşê ya ku qirkirina bi destê DAÎŞ’ê dane sekinandin û ew ji Şengalê derxistine, bi vî awayî ne bi tenê li hemberî Êzidiyan gefa li hemberî mirovayetiyê jî ji holê rakirine. Kesên ku qaşo dibêjin qey ew ê YBŞ, YJŞ û Asayîş teslîm werin stendin, hesabekî şaş dikin. Civaka Êzidî berxwedan daye ber xwe û ji ber vê azadî tahm kirine. Wê şertên jiyana xerabtir qebûl nekin. Tekane tişta ku divê mirovayetî li dijî rastiya qirkirinê bike, hurmetê nîşanî mafê jiyana azad a demokratîk bide. Tişta ku divê mirovayetî li hemberî rastiya qirkirinê bikin ev e ku divê hurmetê nîşanî mafê jiyana azad a demokratîk bidin.

DIBÊJIN QEDERA XWE TESLÎMÎ ME BIKIN

Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê êriş kir artêşa Iraqê û pêşmergeyên KDP’ê li pişt xwe nenihêrîn û reviyan û wekî ku tu tişt nebûye, dibêjin bila qedera xwe teslîmî me bikin. Di vê zemînê de ya ku hikumeta wê jî nehatiye avakirin, nîvê artêşên cîran û dinyayê lê bi cih bûne, li wir baregeh ava kirine û her kes ji aliyê xwe ve dixwaze bandorê li pirsgirêkên wê yên navxweyî bike, dema ku tê xwestin ev gel qedera xwe teslîmî kê bike jî cihê nîqaşê ye.

IRAQ AVADANIYEKE PARÇEBÛYÎ YE

Di pirsgirêkên navbera gelê Iraqê û dewleta Iraqê de diyar e ku gel kî ye, lê qet ne diyar e kesên li ser navê dewletê tevdigerin kê temsîl dikin. Ne mumkun e mirov bibêje dewleta Iraqê ji avadaniyeke homojen pêk tê. Ne ji bo artêşa Iraqê, ne Haşdî Şabî û ne jî meclîs û ne jî ji bo hikumetên berê mirov nikare Iraqîbûneke homojen bike. Şîayên Ereb ên nêzî koalîsyonê, Şîayên Ereb ên nêzî Îranê, Şîayên Ereb ên him têkilî bi koalîsyon û Îranê re danîn, Erebên Sunnî yên ku ji Tirkiyeyê meaş distînin, Sunniyên Ereb ên girêdayî Sûudî û şêxên Kendavê, Tirkmenên ku tê xwestin li gorî îdeolojiya faşîst a Tirkan rabin… Mirov dikare lîsteyê dirêj bike. Divê mirov bizanibe dema mirov bi kesekî ji dewletê re rûnişt, bizanibe ev nêzîki kê ye. KDP jî jixwe ji dewleta Bexdayê zêdetir, nêzî dewleta Tirk, Îsraîl û hêzên rojavayî ye. Dewleta Iraqê di sala 2003’an de dema ku ji aliyê DYE hate dagirkirin, êdî bûye avadaniyeke parçebûyî.

KÎ ARTÊŞA IRAQÊ DIAJO SER GELÊ ÊZIDÎ

Di vê rewşê de kesên li ser Şengalê û bi taybetî li ser civaka Êzidî ya ku nû ji fermanê derketiye, zextan zêde dikin û êrişan dikin kî ne? Kî artêşa Iraqê diajo ser civaka Êzidî? Dema ku dewleta Tirk a faşîst ji hewayî û bejahî ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê kir, girêdayî van tiştan dema li Şengalê jî êrişî bendên leşkerî hate kirin, ev ne tiştekî tesaduf e. Tê dîtin ku li gorî konseptekê ev tê kirin.

DEWLETA TIRK BI HEVKARIYA PDK’Ê IRAQÊ PARÇE DIKE

Dewleta Tirk di sala qedandina dema peymana Lozanê de leşkerên xwe li wîlayeta Mûsilê ya berê ya Osmanî bi cih dike û bi vî rengî rewşeke fîlîî ya Mîsakî-Mîlî diafirîne. Bandorê li ser rêveberiya Mûsilê dike. Walîtiya Mûsilê, Fermandariya Operasyona Mûsilê, Fermandariya Artêşê ya li Mûsilê, ji Bexdayê wêdetir li gorî dewleta Tirk tevdigerin. Petrola Mûsil-Kerkûkê jî bi rêya PDK’ê kontrol dike. Dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya PDK’ê di pratîkê de dewleta Iraqê parçe dike. Ji xwe mîna ku Başûrê Kurdistanê xaka Tirkan e leşkerên xwe bi cih dike û dema ku operasyonan dike jî qet guh nade Bexdayê. Ji berê ve tê zanîn ku PDK li pêşiya vê nabe asteng, pê re hevkariyê dike. Sala 1993’an dema ku Tûrgût Ozal ev proje yekemcar anî ziman, PDK û YNK’ê qebûl kirin û hewl dan PKK’ê jî qanih bikin. Tûrgût Ozal bi lihevkirina bi Kurdan re hewl da Mîsakî Mîllî bixe meriyetê. Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê jî PDK-YNK’ê dide aliyê xwe û bi tasfiyekirina PKK’ê hewl dide vê armancê bi ser bixîne. Ji mal û milkên malbata Barzanî yê li DYE û gelek welatên cîhanê tê fêhmkirin ku ji bo PDK’ê berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê ne girîng e, ji bo wan berjewendiyên malbatî girîng e ku mûçeyên xelkê Başûr jî nadin. Gelo gelê Kurd wê çarenûsa xwe radestî faşîzma Tirk bike yan na? Civaka Êzidî wê çarenûsa xwe radestî Barzaniyên di nava xiyanetê de ne û bi faşîzma Tirk re tevdigere, bike yan na? Wê neke. Zanin ku encamên wê wê qirkirin be.

Di vê pêvajoyê de gelê Kurd wê xwe bispêre hêza xwe û bi berxwedanê çarenûsa xwe diyar bike.

DIVÊ DEWLETA IRAQÊ BIRYARÊ BIDE

Divê hêzên dewleta Iraqê biryarê bidin ku wê li aliyê polîtîkaya qirkirinê bin yan jî li aliyê jiyana demokratîk bin. Dema ku gel li ber êrişên leşkerî yên dewleta Tirk a faşîst rabû, divê rastiyan nenixumînin. Divê rewşa heyî ya wîlayeta Mûsilê ji nedîtî ve neyê ku ji bin kontrola Bexdayê derketiye û divê li ber polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo parçekirina Iraqê rabe. Divê were zanîn ku bi zextên artêşa Iraqê ya li Mûsilê ji kontrolê derketiye, wê yekparebûna dewleta Iraqê neyê parastin. Berevajî vê yekê divê ji bo sererastkirina vê rewşa artêşa Iraqê bikeve nava hewldanan, li Şengalê, li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Iraqê piştgiriyê bide hewldanên avakirina sîstema demokratîk û berxwedana li dijî faşîzma Tirk. Piştgiriyeke bi vî rengî wê yekaparebûna Iraqê biparêze. Ji bo parastina yekparebûna dewletê jê tê hêvîkirin ku li ber dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk û xiyaneta PDK’ê rabe û yekîtiya Iraq a demokratîk pêk bîne.

Eger di dema bê de ev yek neyê kirin wê şer û parçebûn mezintir bibin. Di rewşeke wiha de şerekî navxweyî jî dikare rû bide. Xweparastin û berxwedan bûye pêwîstiyeke dîrokî.

SÎTÎ ROZ- ŞENGAL

 

Show More
Back to top button