Saziyên Xanesorê: Asayîş, YBŞ-YJŞ zarokên me ne

Endamên saziyên komelgeha Xanesor ya Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa İraqê ya li ser Şengalê şermezar kir û gotin ew ti caran terka zarokên xwe nakin.

Li Şengalê li dijî xalên kontrolê yên Asayîşa Êzîdxanê êrîş û zextên artêşa İraq’ê di bin fermandariya hikumeta Kazimî de berdewam dike. Li her çar aliyê Şengalê tevgerek zêde ya artêşa İraqê heye. Li hemberî hewildanên ji holê rakirina vîna civaka Êzidî berxwedana hezên parastina Şengalê û civaka Êzidî her ku diçe zêdetir dibe.

Îro li komelgeha Xanesorê ya Şengalê daxuyaniyek têkildarê êrîşên artêşa İraqê ya bi hevkarî û piştgiriya PDK û dewleta Tirk a dagirker de hate dayîn. Di daxuyaniyê de endamên Meclîsa Gel ya Xanesorê, endamên Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî ya Xanesorê û saziya ciwanan amade bûn. Li ser navê komê daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê ve hate dayîn.

Dayê Şemê di daxuyaniyê de vana anî ser ziman: “Hikûmeta İraqê çi ji me dixwaze. Me bi ti kesî re şer nekiriye. Sedema êrîşên wan daxwaza pêkanîna plana wan ya Peymana 9’ê Cotmehê ye. Ji ber wê êrîşî zarokên me dikin. Li Dugurê, li Sikêniyê jî di nav de êrîşên wan berdewam dike. Lê bila vêna bizanibin, em ti caran terka zarokên xwe nakin. Em terka axa xwe nakin. Çi dibe bila bibe emê li berxwe bidin. Asayîş jî, YBŞ-YJŞ jî zarokên me ne. Duh jî 2 sivîl birîndar kirin. Miletê me, zarokên miletê me birîndar dikin. Artêşa xwe dişînin ser me, daxwazên Erdogan pêk tînin. Şer destpêkir, lê em dest jê bernadin, emê heya dawî li berxwe bidin û piştgiriya YBŞ’a xwe, Asayîşa xwe û zarokên xwe bikin. Em berxwedaniya Avaşînê, Zapê, Rojava pîroz dikin. Heya dawî jî em hemû yek dest û yek ruhin. Her çiqasî dîwar daynin jî me ji miletê Rojava nikarin qut bikin. Em heya dawî bi zarokên xwe re ne.”

Şingal-anf

Show More
Back to top button