Li Şengalê Çarşema serê Nîsanê hate pîrozkirin  

Li Zerdeşta Şengalê Cejna Çarşema serê Nîsanê a Feqîran bi şahiyekê  hate pîrozkirin.

Îro ji bo Şengalê rojek germ û kelecanî bû. Li gora salnama mîladî îro Çarşemba Serê Salê ya Feqîran bû. Bi wê boneyê bi sedan Şengalî berê xwe dan Serdeştê û tevlî pîrozahiyê bûn.

Şengaliyan ji duh ve amadekariyên xwe kirîbûn. Li Serdeşta Şengalê bi şahiya çarşema Sor hate pîrozkirin.

Di şahiyê de hunermendê Şengalê Şakir Helîqî berhemên xwe pêşkêş kir.

Di şahiyê de govend hate gerandin. Şengaliyan rojek li gora coş û rihê biharê jiyan kirin.

Cejna Çarşema serê Nîsanê ji bo civaka Êzidî cejna herî naskirî ye. Li gorî baweriya Êzidiyan Xwedê her sal melekekê rê dike rûyê erdê, ji bo ku nebaşiya li nav mirovan ji holê rake û başî û xweşiyê di nav mirovan de belav bike.

Li gorî baweriya Êzidiyan di vê mehê de cîhan hatiye avakirin. Bi wê boneyê vê rojê hêk têne kelandin û bi reng û reng tên boyax kirin.

Cejna Çarşema Serê Nîsanê an Cejna Serê Salê ji aliyê Feqîra ve û ji aliyê Mîladî ya Babê Şêx ve wek du şahiyên cûda pêktên. Îsal Çarşemba Serê Nîsanê ya Feqîran wek 6’ê Nîsanê hatîbû diyar kirin û Çarşema Serê Salê ya li gorî Babê Şêx mîladî bûye wek 20’ê Nîsanê hatiye eşkere kirin.

Tê payîn ku 20’ê Nîsanê jî şahiyek girseyî ya cejna Çarşema serê Nîsanê pêk bê.

Rojnews-Navenda Nûçeyan

 

Show More
Back to top button