Li Şengalê çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê despêkirin  

Li komelgeha Dugurê ya Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semînerek hate dayîn. Di semînerê de hate diyakirin ku jinên Êzidî wê heya azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan têbikoşin.

Bi nêzîkbûna 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan TAJÊ bi dirûşma “Bi Xemla 4’ê Nîsanê emê dîwarê Îmralê hilweşînin û Xweseriya Şengalê misoger bikin”dest bi çalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê kir. Di çaçoveya van çalakiyan de, îro li Meclisa Gel a komalgeha Dugurê ya Şengalê, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve, têkildarî rojbûna Rêber Ocalan semînerek hate dayîn.

Semînera ku bi dehan endamên sazî û rêxsitinên civaka Êzidî tevî gelê herêmê beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê despêkir.

Di despêka semînerê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêverber a Şengalê, Cîhan Celo axivî, di serîde 4’ê Nîsanê di şexsê Rêber Ocalan de li tevahiya civaka Êzidî û Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “4’ê Nîsanê ne rojeke tenê bi kesekî ve sînordare, ev roj a tevahiya gelên bindeste. Ji ber Rêber Apo ne tenê ji bo xwe kar kiriya. Ji bo misogerkirina mafên gelên bindest û dayîkên ku di dirêjahiya dîrokê de zilmeka mezin dîtina, bênavber xebitiya. Ji ber wê yekê serokatî hatiye girtin. Ev zêdetirî 20 salane Rêber Apo di zindanê de ye. Lê  em îro bi saya fikrê wî di karin li ber xwe bidin û rêve bibin.”

Her wiha Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Sebîha Sebrî jî balkişande ser naskirina fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê civaka Êzidî ve û got: “Di demekê ku em di nava hebûn û tinebûnê de bûn, tevahiya hêviyên civaka me ê ji bo jiyankirinê bidawî bibûn, di demekî wisa de, bi taybetî em wek jin me fikrê rêbertî naskir. Her kes difikirî ku wê êdî Êzidîtayî nemîne. Di wan roja de me serokatî naskir.”

Di dawiya axaftina xwede Sebîha Sebrî  civaka Êzidî wek deyndarê Rêber Ocalan pênase kir û got : “Li Şengalê ji ber ku em li ser fikrê azad ê Rêber Apo xwe perwerde dikin, bi berdewamî dijmin êrîşî ser me dike û dixwaze me ji serokatî dûr bike. Ev êrîş wê me tu caran netirsînin û em ê li serokatî xwedî derkevin, ji ber em deyndarê serokatî ne. Îro li seranserê cîhanê bi milyonan mirov daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em wek civaka Êzidî û taybetî jin, ji bo azadiya serokatî emê heya dawî tekoşîn bikin û emê azadiya fîzîkî a rêber Apo misoger bikin.

Piştî axaftina li ser Heftiya Qehremantiyê Sinevizyonek li ser Şehîdên Pêşeng ê tekoşîna Azadiyê hate pêşandin û bi dirûşmeyên “ Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî, Semîner bidawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button