Li Şengalê agirê Newrozê hate pêxistin

Li Şengalê bi coşek mezin agirê Newrozê hate pêxistin û Şengaliyan dan diyakirin ku ew peyamê didin dijmin ku ew wek Civaka Êzidî hene û li ser axa xwe jiyan dikin.

Di saetên êvarê de li piraniya gund û navçeyên Şengalê ji aliyê gelê Êzidî ve agirê Newrozê hate pêxstin. Yek ji navendên pîrozbahiyê derê Geliyê Kersê bû. Li vir gelê Xanesor, Sinûn û Digurê li hev kom bûn û agirê Newrozê pêxistin.

Li ber Sitranên şoreşgerî gel govend gerandin û Cejna Newrozê pîrozkirin.

Şengaliyan peyama berxwedanê dan û dan diyarkirin  ku ew cejna Newrozê ji bo xwe wek cejna berxwedanê dibînin.

Jina bi navê Nefiya Mêşo di serîde cejna Newrozê li tevahiya gelê azadîxwaz pîrozkir û got ; “Em wek gelê Êzidî agir ji bo xwe pîroz dibînin, divê cejnê de agir tê pêxistin em vê rojê û pêxistina vî agirî wek serkeftin dibînin.”

Welatiyê bi navê Mûsa Hecî jî da diyarkirin ku Mazlûm Dogan ev cejin nû kir û xist cejna berxwedanê. Musa got, “Di Şexsê Mezlûman de em vê cejnê li tevahiya hevalên di çeperên berxwedaniyê de ne pîroz dikin. Em ji dijimin re dibêjin va em li Şengala azad agirê Newrozê geş dikin û ti kes nikare roja me tarî bike.”

Hevserokê Meclisa Digurê Husên Şengalî jî da diyarkirin cejna Newrozê cejnekî pîroze ji bo Êzidiyan û got, “Wek Êzidî ji ber em pir wate didin agir û rojê ev roj jî ji bo me bi wata peyama berxwedaniyê tê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button