Çalakiya konê rumetê dewam dike

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirîn, di roja xwe ya 57’an de bi biryardariyek mezin didome

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalaki bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin rojane bi serdanen xelkê me didome. Xelkê me diyardikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ewê dev ji berxwedana xwe bernedin.

Hevseroka Meclîsa Dîgorê Edulê Şemo ku li cihê konê berxwedanê hadir bûbû ji rojnews re axivi û got ku bi berxwedana destekdayîna Asayîşa Êzidxanê re, Şengal bûye kelha berxwedanê.

Hevseroka Meclîsa Dîgorê Edolê Şemo têkildarî gefên serokkomarê dewleta tirk ya dagirker Erdogan ya li ser Şengalê axivî û got:” Bi berxwedana destekdayîna Asayîşa Êzidxanê re, Şengal bûye kelha berxwedanê. Egîdên wek Zerdeşt, Hemît, Êzidîn û wek gelek şehîdên ku xwîna xwe li ber Şengalê dayîn, di Şengalê de hene. Şengal li hemberî gefên Erdogan dê serî netewîne. Şengal li ser fikir û zihrê Rêber APO hatiye avakirin, bi xwîna Şehîdan hatiye rizgar kirin. Recep Teyîp Erdogan wisa wê bi rehetî nekare bikeve Şengalê.”

Endamê Meclîsa Şengalê Lokman Hisên jî balkêşa ser gefên Erdogan a li ser Şengalê û wiha axivî: “Gefên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan a li ser Şengalê, ne nûne. Bab û papîrê Erdogan Osymaniyan jî, xwestin ol û çanda Êzidatiyê ji holê rabikin. Lê heta niha gelê me li hemberî vê siyaseta qirkirinê li berxwedaye û yê li hemberî siyaseta faşîzma Erogan jî li berxwe bidin.”

Show More
Back to top button