“Em jinên Şengalê ji hev cudakirina civaka Ereb û Êzidî napejirînin”

Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê li hemberî pilsana Hikumeta Iraqê ya sînor xistina navbera her du civakan nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: “Em civaka Ereb û Êzidî salên dirêjin bi hev re dijîn. Di hemû xweşî û nexweşiyên xwe de em bi hev re ne.

Hukumeta Iraqê her carê bi şêweyeke cuda li dijî pêkhateyên Ereb û Êzidî yên Şengalê pilanan pêşdixe. Vêcarê jî bi heceta ku ‘ez tevahî sinorên welatê xwe dixim bin parastinê’ bi hewildana têl xistina nava gundên Ereb û Êzidiyan dixwazin rêxistin û yekitiya civakên herêmê xerabike. Bi vê hincetê dixwaze xebatên gel ên ji bo avakirian Şengaleke xweser asteng bike. Balkêşe ku ev sinor bi taybet di nava gundên Ereban ên weke Tilmşrif, Birqasim, Benîseba, Hesawikê, Zeko, Fao, Miçûlî, Bircarê, Cibur û bi vî awayî hewil dide 19 gundên Ereban ji xeta gundên Êzidiyan qut bike. Piranî ev gundane jî ji bo avakirina Şengalê dinava xebatan dene. Her wiha gelek zarokên pêkhateyên Ereb û Êzidi ji bo parastina axa xwe di nava tekoşînê de ne. Sinorê ku dixwazin danin ji têlekê pêktê, ne ji bo parstina welat ji bo ku bê tifaqî û astengiyan bêxin nava civaka Ereb û Êzidî tê kirin.

Çawa ku civaka Êzidî piştî fermanê sazî û dezgehên xwe avakirin û di her warî de xwe rêxistin kirin civak Ereb jî bi heman şêweyî li Şengalê meclis sazî û dezgehên xwe avakirine. Bi awayek hevbeş bi hev re li hember pisrkirêk û gefên li ser civakê rêxistina xwe çêdikin. Bi hevrebûna her du civakan ji bo Hukumeta Iraqê bû sedema tirsê. Ji bo gel negihêje armanên xwe jî her roj bi awayek ji gel re astengî derdêxin û dixwazin êrişî vîn û hêza gel bikin. Civakê ev listok ji zuve nasîne û pilanên wan derxistiye meydanê. Ji bo ku gel bi girseyî nerazîbunên xwe nişan bidin duh bi girseyî meşiyan. Meşek ji gundê Xelef yê girêdayî navçeya Sinunê despêkir. Jinên Ereb û Êzidî nêrinên xwe yên di derbatê vê listokê de anîn ziman.

“Divê em Êzidî û Ereb li hemberî van lîstokan yekîtiya xwe bihêz bikin”

Berdevka Meclisa Jinê ya Bajaroka Xanesorê Caklîn Şengalî diyar kir ku ew dizanin her ku diçe civaka Êzidî û Eerb yekbuna xwe mezin dike ji bo wê Hukumeta Kazimî vê yekbûnê weke xetere dibîne û got: “Dewleta Tirk û PDK jî hevalbendên Hukumeta Kazimî ne, ji ber herî zêde ew naxazin ku gelên Şengalê bi hêz bibin û Şengala xweser ji bo xwe taloke dibînin ji bo wê ye sinoran dinava me û civaka Ereb de çêdikin. Li ser pêkateyên Şengalê xeteriyek çêbibe Rojavayê Kurdistanê amadeye ku bê bi hewara me ve ji bo di êrişekê de kesek nekare bê hewara me, ji bo ferman û êrişên dujminan li ser me rihet çêbibe ji bo wêye sinor tên danîn. Divê civaka Êzidî û Ereb li hember van lîstokan rabin û ji bo parastina yekitî ya nava Êzidî û Ereban tekoşîn bikin.”

“Emê hemû li hemberî van pilanan rabin”

Fide Wesmê jî da zanîn ku jinên Şengalê li hemberî ti hêzan serî nadanin û dê van pilanan nepejirînin û wiha domand: “Em jin û zilmên Êzidî û Ereb bi hev re rabûne ser piyan. Em naxwezin di navbera me û civaka Êzidî de tu têl û sinor bên danîn. Danîna van têlan bi kijan hincetiye? Sedem çiye? Em û civak Êzidî yekin, em xuşk û birayên hevin. Emê heya dawiyê jî bi hevrebûnê biparêzin, ji ber em enceq bi hevrebûnê dikarin azad bibin.”

“Em û Civak Êzidî salên dirêjin bi hev re dijîn”

Sultan Sebah jî nerazîbûna xwe ya li bamberî hewildana danîna sinoran bi van gotinan diyar kir: “Em û Civak Êzidî salên dirêjin bi hev re dijîn. Di hemû xweşî û nexweşiyên xwe de em bi hev re ne. Ji bo avakirina Şengalê me destê xwe xistiye destê hev. Em bi hev re têkoşînê didin meşandin, em rê nadin çêkirina sînoran.”

EVİN ZENDA-ŞENGAL

Show More
Back to top button