TAJÊ ji bo 8’ê Adarê civîna onlineyê li dar xist

 TAJÊ bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi jinên kurd ên ezidî re civîna onlineyê li dar xist. 

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi jinên kurd ên ezidî yên li Ewropa, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsya û Ermenîstanê re civîna onlineyê li dar xist.

Li ser pirsgirêkên piştî êrişa DAÎŞ’ê ya di 2014’an de a li ser Şengalê û çareseriyên pirsgirêkên piştî wê nîqaş hat kirin. Hat gotin dê jinên kurd ên ezidî bêtir werin gel hevdu û dê li rêyên çareseriya pirsgirêkan bên gerandin. Her wiha hat gotin dê lêpirsîna ji bo aqubeta jinên di destên DAÎŞ’ê de ne bidome.

AMED

Show More
Back to top button