Li Şengalê civîna şaredariyan Kar û projeyên nû hatin nirxandin 

Rêveber û endamên şaredariyên Şengalê di civîna xwe ya dû mehan de, kar û xebatên hatine kirin nirxandin û projeyên nû diyarkirin.

Li Şengalê tevî hemû bê derfetiyan, kar û xebatên hemû saziyan bê navber dewam dikin. Şaredarî jî weke hemû saziyên din karê xwe yê ji bo xizmeta welatiyan didome. Duh rêveber û endamên şaredariyên Şengalê li Meclîsa Gel ya gundê Duhola civiyan.

Di civînê de ji hemu gund, bajarok û navçeyên Şengalê, endam amadebûn û kar û xebata 2 mehan hate nirxandin. Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin û piştre kar û xebata şaredariyên li qadê hatin nirxandin.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Serdeşt Zîyad Kawal behsa armanca civînê kir û da zanîn ku ew li ser kar û xebatên xwe, projeyên xwe sekinîne û wiha got; “Pêkanîna projeyên me berdewam e, bi vê re kar û xebat jî dewam dike. Armanca vê civînê nirxandina kar û xebatan û xizmetek baştire. Ji 2015 ve li Şengalê Şaredarî hatine avakirin û ji nûde çêkirina gundan, kolanan destpêkiriye. Li Serdeştê jî em kar û xebata xwe dimeşînin. Niha li her gundekê ceyran heye, pêdiviyên avê têne pêşwazî kirin.”

Endamê Rêveberiya Şaredariya Serdeştê Xelîl Hecî jî anî ser ziman ku ew her 2 mehan dicivin û got; “Armanca me baş xizmetkirina ji bo gele. Li Serdeştê jî 2015’an şaredarî hatîbû vekirin. Em xizmeta civaka xwe dikin, hêvîdarin miletê me jî ji mere alîkar bibe. Gelek ked tê dayîn. Li her alî şaredariyên me hene. Em ti demî miletê xwe bê şaredarî, bê xizmet nahêlin. Şaredariyêkî ku herî zêde xizmeta civaka xwe dike şaredariya Şengalê ye, ji ber tevî bê derfetiyê jî, bi israr û biryardarî xizmeta civakê dike.”

Şengal

Show More
Back to top button