Asayîşa Êzîdxanê dewreyek din a perwerdê bi encam kir 

Li Şengalê xebatên ji bo xurtkirina Asayîşa Êzidxanê di dome. Dewreyeyek din a perwerdê ji bo hejmarek ciwanên Êzidî ku wê tevli Asayîşa Êzidxanê bibin, hat temamkirin. Ciwanên Êzidî yên tevli perwerdê bûne gotin, wan di perwerdê de fikir û ramanên Rêber Ocalan nas kirine û bi biryarin civak, xak, bawerîya Êzdiyatiyê biparêzin.

Li Şengalê dewreyên perwerdê yên yên Asayîşa Êzîdxanê berdewam dike. Herî dawî di Akademiya Şehîd Şengal de dewreyek din hate bi encam kirin. Perwerda ciwanên Êzidî ku beşdarî Asayîşa Êzîdxanê bûne, bi qasî mehekê berdewam kir. Perwerde ji waneyên fikrî û leşkerî pêk dihat.

Şervanên ku beşdarî dewreya perwerdê bûne ji ajansa me re behsa giringiya perwerdê kirin.

‘Me fikrê Serok Apo naskir’

Endamê Asayîşa Êzidxanê Newaf Hecî Reşo di serî de keyfxweşiya xwe ya ji bo tevlibûna perwerdê anî ziman û got daxwaza wî ewe ku civaka Êzidî bi sîstemek demokratîk bikare xwe birêve bibe, parastina xwe bike û xwe pêşbixe.

Reşo wiha domand: “Ez gelekî keyfxweşim ku em wek komek ciwanên Êzidî hatine vir û xwe perwerde dikin. Daku em bikarin xwe, civaka xwe, Êzdiyatiya xwe biparêzin. Daku ti êrîşek din neyê serê me. Ez dikarim bêjim ku ev perwerda me bersiva herî bihêz bo dijminên ku dixwazin me tine bikin e, ji hev belav bikin, me dûrî hev bixe. Em ê her serkeftî bin û perwerda xwe berdewam bikin. Tişta herî zêde em jê bandor jî bûn, fikrê serokatî û rastiya serokatî bû. Me dît ku fikir û rastiyek pîroz e. Civaka Êzidî li pey wî fikrî bimeşe wê bikare hertim xwe biparêze.”

Reşo anî ser ziman ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dema êrîşên çeteyên DAIŞ li dijî Şengalê pêk hat civak bêperwerde bû û ji ber wê nekarîbû xwe biparêze. Reşo got, “Heger civak perwerdekirî ba ew ferman wiha li ser serê civakê nedihat. Fikrê Serokatî ew bawerî, ew rastî nîşanî me da. Daxwaza min ji her ciwanek Êzidî ewe ku were vir, xwe perwerde bike, xwe, civaka xwe û axa xwe biparêze.”

‘Armanc parastina xak û civakê ye’

Ferhan Sîmaîl Şêbo jî yek ji endamê Asayîşa Êzîdxanê ye ku beşdarî perwerdê bûbû, got: “Armanca me ya tevlibûna perewerdê ewe ku bikarin ax, civak, çand û baweriya Êzidiyatiyê bi parêzin. Tişta herî xweş ewe ku em Êzidî dest bidin hevdû, hevdû bigrin û li hemberî dijmin bisekinin. Ev perwerde gelek başbû. Hin tiştên me dizanî jî hebû, lê hin tiştên ku me nedizanî jî hebûn. Em pir tiştan fêrbûn, pêşdeçûn. Em bi vê perwerdê re hem fikrî hem leşkerî pêşdeçûn. Hêviya me ewe ku hemû civaka me bizane ku hêza parastina wî heye, hêza parastina Şengalê heye.”

Endamê Asayîşa Êzîdxan Îdo Elî jî anî ziman ku wan perwerdeyek gelekî dewlemend ku ji gelek dersên fikrî û leşkerî dîtine û wiha domand; “Di serî de me girîngiya perwerdê dît. Perwerde bo me girînge. Xwe, dîroka xwe, çanda xwe dizanî, fêr dibî. Daku bikarî parastina xwe, dayîk, bav, xwişk û axa xwe bikî em xwe perwerde dikin. Da ku em bikarin çek hilgirin, ferman carek din li serê me neyên û em pêşiya fermanan bigrin.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button