Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’î’ dewam dike 

Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ dewam dike. Di panela duwem de sê mijar hatine destgirtin û têde îşaret giringiya yekitiya netewî a ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê hat kirin.

Di panela duwem a Komxebata ‘Têkoşîna dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ de sê mijarên li ser giringiya yekitiya netewî ya di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, metirsiya DAIŞ’ê li ser Iraqê û komkujiya DAIŞ’ê ya li ser Êzidiyan pêkanî hat destgirtin.

Mamostayê Zanîngehê Dixtor Nîkola Eşref li ser mijara ‘Giringiya yekitiya netewî ya di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de’ nirxand û got: “Ji bo Kurd bikarin li hemberî hemû guhertinan rawestin, pêwîstiya wan bi yekitiya netewî heye. Di heman demê de ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê jî pêwîstiya Kurdan bi yekitiyê heye. Ji berku heta niha jî DAIŞ ji bo herêmê bi giştî metirsiyek mezine.

Ji bo parastina netewa Kurd pêwîstiya me bi gotarek netewî heye. Divê em Kurd bikarin li ser asta navneteweyî girtiyên DAIŞ’ê wek qertek siyasî ji bo berjewendiya Kurdan bi giştî û bo fermî nasandina rêveberiya xweser a Rojava bikarbînin.”

Piştre Siyasetmedarê Iraqî Eshed Ebadî li ser mijara ‘metirsiya terorê li ser Iraqê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê yên Iraqî ên di girtîgehên Rojava de’ axivî. Eshed Ebadî got, “DAIŞ’ê nêzî 200 milyar dolar ziyan bi Iraqê gihandiye. Nêzî 50 hezar çeteyên DAIŞ’ê cezayê bi darvekirinê lê hatine birîn. Lê heta niha jî ev ceza ji ber serokkomar îmze nekiriye nehatiye bi cihanîn.”

Berpirsa Komeleya Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Sedûn Xelef jî mijara ‘Komkujiya ku DAIŞ’ê li ser Êzidiyan pêkanî û metirsiya dubarebûna komkujiyan a li herêmê’ girt dest û nirxand. Ferîde Sedûn got, “Yên ku di dema êrişa DAIŞ’ê de gelê Şengalê bi tenê hiştin û reviyan, niha dibêjin me bi sedan şehîd ji bo rizgarkirina Şengalê da. Lê ev gotin dûrî rastiyê ne. Yên ku Şengalê rizgarkirin, gerîlayên PKK’ê, şervanên YPG û YPJ bûn.”

Di dewamê de Ferîde Sedûn da zanîn berxwedana ku li li girtîgeha Xwêran li dijî DAIŞ’ê hat nîşandan, di rastiyê de pêşî li fermanek nû ya li ser Êzidiyan girt. Ji bona wê pêwîste di navbera hikûmeta Iraq û QSD’ê de hemahengî hebe daku bikarin sinorê Iraqê bi taybetî jî sinorê Şengalê bi parêzin.”

Komxebat bi nîqaş û nêrînên bejdarvanan didome. Tê payîn di dawiyê de jî bi xwendina encamnameyê komxebat bi dawî were.

ROJNEWS-SILÊMANÎ

Show More
Back to top button