TAJÊ: Emê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê TAJÊ daxuyaniyek da û ragihand ku ewê bi biryardariya 8’ê Adarê Rêber Ocalan azad bikin, statûya Şengala xweser ava bikin û jiyanek azad mîsoger bikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya li ber derê avahiya şaxa TAJÊ ya li Sinûnê, ji aliyê berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hatî dayîn de, wiha hate gotin; “8’ê Adarê destpêkê li Rêber Ocalan û tevahî jinên di çeperên berxwedanê dene, pîroz dikîn. Di vê rojê de tevahiya jinên li hemberî dijminê hov ber xwe dane, bi rêzdarî bibîrtînin. Bi saya fikrê Rêber Apo jina ku dixwestin statûya wê a xwedawend bişkînin, hate parastin.

Ew jina Êzidî ku ji hemû aliyan ve dihate parçekirin, kolekirin û bê îrade hiştin, îro bi perwerde û di bin ala Rêber APO de li hemberî dijminê dagirker û faşist, çand, ax û hemû civaka xwe diparêze.

Azadî dare û dar bi xwîna Şehîdan tê avdan. Em xwedî dîroka bi hezarê salanin û şehîdên fermana 74’anin. Di nav de bi hezaran jinên pêşeng yên mîna Dayê Zero, Xatûna Fexra, Zerîfa Osê, Dayê Gulê û Cîlana hene. Rihê van hemû pêşengan di hundirê her jinek Êzidî de jiyan dike. Çawa bi 74 fermana em xilas nebûn, ji niha û şûn de jî dijimin ê nikaribe îradeya me bişkêne. Li ser vî esasî û bi vê biryarê emê 8’ê Adara 2022’an bikin sala azadiya rêber APO a fîzikî û sala azadiya hemû jinên bindest. Emê statûya Şengala xweser ava bikin û jiyana azad mîsoger bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin jiyan azad’, ‘Bijî Serok APO’ dawî bû.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button