‘Yên ku rê li fermanê vekirin, qurbaniyan bi bîr tînin’

Îro li Şengalê piştî 8 salan ji bendewarî û şewata dilê dayîkên Êzidî, li Herdanê gorên komî ya ku di fermana 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ de hate kirin, tên vekirin.

Ji sala 2014’an ve heya roja îro birînên civaka Êzidî hîn jan dide, bi taybet jî birîna dayîkên Êzidî. Birîna wan dibêje “Ey mirovahî hûn li kû bûn dema mirovatî li ser vê axê qeliya?” Yek ji hesret û hêviya van dayîkan dîtina hestiyên zarok, kur, keç, bav, hevjîn û xizmên xwe ye. Ew hestî 8 sal in di bin axê de di gorên komî de hatine hêştin.

Di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya sala 2014’an a li ser civaka Êzidî de, bi hezaran kes hatin kuştin û bi hovîtiyekî mezin ew bi komî hatin bin ax kirin. Yek ji wan deveran jî Herdan e. Di Herdanê de 200 malbat dijyan. Ji beriya fermanê Herdan di bin destê çekdarên PDK’ê û Iraqê de bû. Lê di dema fermanê de ev hêz, civaka Êzidî bê parastin li  pey xwe hêşt û reviyan. Xelkê gundê Herdan ji bo ku xwe biparêzin ji cih û warê xwe derketin. Lê mixabin di dema hewldana xilasbûyînê de çeteyên DAÎŞ’ê bi ser wan de hat, rê li ber wan qutkirin û dest danîn ser jin û zarokan. Bi awayekî hovane zilam, kal û pîr kuştin û bi komî li ser riyan veşartin. Bi vê hovîtiyê 7 gorên komî li Herdanê çêkirin.

Îro li Herdanê bi amadebûna bi sedan ji xelkê gundê Herdan, Bavê Şêx, oldaran, rayedarên hikumeta Iraqê, endamên Rêveberiya Xweser ya Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidyan (PADÊ), Saziya Malbatên Şehîdan û hin rayedarên PDK’ê, merasîma vekirina gorên komî dest pê kir.

Di merasîmê de peyamên sazî, rêxistin, partiyên siyasî û nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Iraqê hatin xwendin, her wiha kesên girêdayî PDK’ê jî axivîn. Di axaftinan de  bi tu awayî nehate gotin ka ev komkujî bi kîjan şêwazî pêk hatiye û kê bû sedema van komkujiyan. Di vê merasîmê de tenê durutiya PDK’ê derket holê. Kesên ku hêştin ferman pêk bê îro bi bêşermî hatine û merasîma vekirina van goran pêktînin.

Her wiha bi sedan dayîkên ku hestiyên xizmên wan di wan goran de ye jî amade bûn. Ev dayîk bi dilşewatiyeke mezin û hesretekî bê dawî li benda dîtina hestiyên xizmên xwe bûn. Yek ji wan dayîkan jî Dayê Leyla bû. Dayê Leyla Celal hesreta xwe wiha anî ziman: “Em ji gund derketin, DAÎŞ hatin li ser vê riyê û pêşiya me girtin. Nêzî 30 wesayît hebûn, hemû girtin. Ji melabata min 40 kes hatin girtin. Em nizanin ka li vê gorê de ne ya na. Gora herî mezin jî li aliyê din a rê ye.”

PÊŞMERGE Dİ FERMANÊ DE REVİYAN
Dayê Leyla di axaftina xwe de bal kişand li ser hovîtiya ku pêk hatibû û got ku ji ber pêşmerge reviyan DAÎŞ bi hêsanî ket Şengalê û wiha pêde çû: “Nêzî 450 kes ji gundê me windane. Ciwanên me hemû hetin qetilkirin. Beriya fermanê pêşmerge û polîsên Iraqê  hebûn, lê ev hêz reviyan û rê li ber hatina DAÎŞ’ê vekirin.”

Her wiha dayika Xatûn Celal a ku 24 kes ji malbata wê windabûn axivî û wiha qala bûyerê kir: “Yên ku nekarîn xwe rizgar bikin, DAÎŞ li vir wan xistin gorê. Piştî 8 salan derxistina van cenazeyan gelekî zehmete. Ez texmîn dikim ku ji sedî zêdetir li vir hatine kuştin. Di dema fermanê de pêşmerge xiyanet li me kir û reviya. Ez hêvî dikim ku êdî mirovatî xwedî li van cenazeyan derkeve.”

Ruxmî ku piraniya wan kesên amade bibûn xelkê vê herêmê bûn, lê piraniya axaftinên ku hatin kirin bi zimanê Erebî bûn.

Her wiha ku ji bo ku her tişt neyê kişandin û rastiya heyî dernekeve holê, PDK’ê zext û astengiyên gelekî mezin li ser raghandinê dikir.

Vekirina gorên komî ya Herdanê wê 18 rojan dewam bike.

ANF-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button