Sibe li Herdana Şengalê wê gorên komî werin vekirin 

Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de bi hezaran kes hatin revandin, kuştin û windakirin. Heya niha jî gelek gorên komî nehatine vekirin.

Di fermana 3 Tebaxa 2014’an de bi hezaran kes hatin revandin, kuştin û windakirin. Heya niha jî gelek gorên komî nehatine vekirin.

Tê payîn sibe di saet di 10.00’an de li Komalgeha Herdan ya girêdayî Şengalê gorên komî werin vekirin. Gorên komî wê ji aliyê hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û oldarên Êzidî ve bi bernameyekê bên vekirin.

Bername bi beşadariya, rayederên hikûmeta Iraqê, rêxstinên parastina mafê mirovan, nûnerên NY’ê li Iraqê, Rêveberiya Xweser a Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzdiyan (PADÊ) tevî malbatên Şehîdan û gelê herêmê despê dike.

Komalgeha Herdan li bakûr-rojhilatê Şengalê sînorê dawî yê wargehên Êzidiyan e. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ew jî ket ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Beriya fermanê 200 malbatên ku 80 ji wan Ereb bûn jiyan dikir. Dema pêşmeregeyên PDK’ê gelê Şengalê bi tenê hiştin û reviyan  ji Herdan bi qasî 500 kesî ,tevî jin û zarokan hatin revandin û qetilkirin. Her wiha li derdora Herdan 72 kes bi awayekî komî hatin qetilkirin û li gorên komî de hatin veşartin.

Piştî 8 salan li ser komkujiyê re sibe dest bi vekirina van goran tê kirin û tevahiya amadekarî hatine kirin.

NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button