Xelkê me sibe dadikeve qadan

Li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava civaka me dadikeve qadan û meşek girseyî pêktîne

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê sibe di saet 13:30’an de li bajaroka Sinûnê meşek girseyî pêkbîne.

MXDŞ’ê banga tevlîbûna meşê li gelê me kir. MXDŞ’ê ji gelê me xwest ku her kes ji bo xwedî derketina li axa pîroz a Şengalê cihê xwe di nava meşê de bigre.

Meclîsê got: “Pêwîste her kesekê xwe xizmetkarê Êzidiyan û Şengalê dibîne, bêdengiyê bişkîne û li axa xwe ya pîroz xwedî derkeve.”

Tê payîn ku wê gelê me li ber avahiya Meclîsa gel a Sinûnê li hev kom bibe û heya ser rêya sereke ya bajarok bimeşe.

Show More
Back to top button