Gerîlayê HPG’ê li Şengalê hate bîranîn 

Gerîlayê HPG’ê yê Êzidî Tekoşer Botan ku di berxwedana Zendûrayê ya li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê de şehîdbû bû li Şengalê hate bîranîn û xêra wî hate belavkirin.

Gerîlayê HGP’ê Îbrahîm Elyas (Têkoşer Botan) ê di 14’ê Gulana 2021’an de di berxwedana girê Zendûra ya Metînayê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîdbû bû îro li Şengalê bi awayeke girseyî hate bîranîn û xêra wî ya serê salê hate belavkirin.

Li mala şehîd ya li Komalgeha Duhla a Şengalê çadir hate vedan û posterên şehîd û rêhevalên wî yên têkoşînê hatin daliqandin.

Merasîma bi beşdariya malbata şehîd YBŞ, YJŞ, PADÊ, TAJÊ û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat, bi deqîqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê dayîkên şehîdan mûm pêxistin û paşê jî axaftin hatin kirin.

Li ser navê malbatê Heval Bîrhat di merasîmê de axivî û diyar kir, ew bi şahadeta kurê xwe serbilindin û got: “Ji ber li dijî dagirkeriyê şer kir û şehîd bû, em pê serbilindin. Ew soz dabû ji bo azadiya civaka Êzidî têbikoşe, em jî soza wî dubare dikin û dibêjin, emê rêya wî bidomînin. Emê bi saya ciwanên Êzidî gav bi dijmin bipade biavêjin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kamo Şengalî jî  axivî û diyar kir ew hêz ji şehîdbûna zarokên xwe digirin û ev peyam da: “Ev ciwan ji bo parastina me û tola fermanê rakin canê xwe feda dikin. Emê ti carî keda şehîdan ji bîr nekin.”

Li sernavê Rêveberiya xweser a Şengalê Salih Êzdîn  jî diyar kir, şehîd Têkoşer ciwanekî birûmet bû û wiha pêde çû: “Em weke Rêveberiya Xweser soz didin ciwanên xwe,  emê parastina gelê xwe nespêrin tu kesî. Jixwe niha bi sedan ciwanên me xwe di nava YBŞ-YJŞ û Asayîşê de rêxistin dikin. Ev neviyên Mihemeyê Evdo û Dawidê Dawidin. Çawa berê li hember dewleta Osmaniyan li berxwe dan û serî ji wan re netewandin, ew jî ne tewandin.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Têkoşer Botan hate weşandin.

Li gorî baweriya Êzîdiyan piştî 8 mehan mirin anjî şahadetê xêra mirî anjî şehîd tê belavkirin. Ji ber vê piştî 8 mehan şahadeta wî li Şengalê hate bîranîn.

ROJNEWS-ŞEGNAL

Show More
Back to top button