YBŞ: Komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelan pêkhat

Fermandariya YBŞ’ê bi wesîleya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ev komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelan pêk hatiye.

Fermandariya YBŞ’ê bi wesîleya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya YBŞ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em salvegera 23’emîn ya komploya navnetewî bi hemû hêrsa xwe ve bi tundî şermezar dikin. Di şexsê şehîdên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de tevahî şehîdên ku bûne çelenga agirê azadiyê bi rêzdarî û bi mînetdarî bi bîr tînin.

Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li ser gelan pêk hatiye. Ji ber ku fikr û felsefeya Rêber Apo ji bo giştî gelan rêya jiyana azad û wekheviyê ye. Gelan jî rêya çareseriyê, rêya azadiyê û rêya mirovahiyê di paradigmaya Rêber Apo de didîtin, bi hemû hebûna xwe di vî fikrî û felsefê de didîtin. Dewletên komploger jî ji bo pêkanîna armanca xwe ev yek ji bona xwe wek xeterî û astengiyek mezin didîtin, xwestin bi vê komployê di şexsê Rêber Apo de tevahiya gelên herêmê û yê Rojhilata Navîn bi çand, ol, bawerî û zimanê wan tune bikin. Ji ber ku pergala emperyalîst û kapîtalîst, pergala jiyaneke koletî, di her rehendê civakê de belengazî û bê nasname hiştinê bû û ev fikrê Rêber Apo li beramberî vê pergala xwe weke tunebûyîna xwe didîtin ji ber vê jî ev komploya bê bext di şexsê Rêber Apo de xistin meriyetê. Lê belê ne bi vê komplogeriyê ne jî vê astengkirina xwe ve bi tu awayî nekarîbûn pêşî li vê herikîna heqîqetê bigrin. Nekaribûn pêşî li vê kesayetê azad, fikrê azad bigrin.

Fikrên Rêber Apo em ji qirkirinê rizgar kirin

Em civaka Êzidî jî, ev sedan salane hişmendiya dagirker û qirkeran, komkûjî, ferman û qirqirinê bi me ve dan jiyîn. Bi hemû rê û rêbaz û leyîstokên xwe yên qirêj ve xwestin civaka me bi temamî ji hev cuda bikin, nakokî bixin nav, ji çand, ol, bawerî, ax û rûmetê dûr bixînin. Dîsa xwestin bi vê hişmendiya xwe ya qirêj ve temamî civaka me tune bikin û vê xaka pîroz dagir bikin. Bi heman êrîşên xwe yên li dijî exlaq û mirovahiyê ve êrîşê gelê me kirin. Bi fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve hewl dan vê armanca xwe di heman rehendan de temam bikin. Encex vê carê nebû wek her careke din. Ji ber ku vê carê fikr û ramanên Rêber Apo ji vê tunebûnê xelas kirin û berê me dan têkoşîna azadiyê. Me jî derveyî vê fikr û ramanê Rêber Apo, kesekî li derdora xwe nedît. Kesekî din li me xwedî derneket. Heger em di roja me ya îro de bi helwesta afirandina jiyaneke azad de têdikoşîn, heger em hemû pêkhateyên Şingalê bi yekîtiyek mezin ve meşa xwe ya heqîqetê berdewam dikin, bê guman ev bi saya rêberê gelan Rêber Apo ve pêk hatiye. Em îro hemû hebûna xwe bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin. Heger îro em li ser vê axa qedîm û pîroz, bi çand, ol, bawerî, ziman pîrozahiya xwe ve jiyan dikin, ev bi saya ked, fikr, felsefa û birdoziya Rêber Apo ye.

Rêber Apo bi paradîgmaya xwe bersiveke xurt da komplogeran

Ji bona vê jî, di serî de bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo, şehîdan û tevahiya gelan ve ev komplo vala hatiye derxistin. Rêber Apo bi sekna xwe ya li beramberî komplogeran ve daye raberkirin ve careke dinê jî ji bo di serî de gelê Rojhilata Navîn û tevahiya gelên bindest re bûye hêviya azadiyê û wekheviyê. Ji bona wê jî em ê heyanî dawiyê bibin şopdarê vê fikra azad, em ê vê fikrê azad ji bona xwe hilbijêrin û em ê bi hemû hebûna xwe ve him xwedî vî fikrî azad derkevin û him jî xwedî li vî fikrê azad ya Rêber Apo derbikevin. Rêber Apo îro bi paradîgmaya xwe ya modernîteya demokratîk ve bersiva herî mezin da komploger û hişmendiya komplogeriyê. Her wiha di heman demê de fedaiyên Rêber Apo bi hemû hebûna xwe ve bûn fedaiyê bersivdayina komplogeriyê. Di vê armancê de jî canê xwe bi qehremaniyeke mezin ve feda kirin. Li ser vê esasê, em tevahiya fedaî û şopdarên rojê ên Rêber Apo, ên ku him ji bo gelê me, tevahiya gelan û yên ku bûne xeleka agirê azadiyê, em bi hemû girêdanî û minnetdariya xwe ve bi bîr tînin. Soza xwe ya ku me daye gelê xwe û şehîdan, ya ku me gotibû ‘Em ê di welatekî azad de bi Rêber Apo re bijîn’ bi biryardariyeke mezin dubare dikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button