MXDŞ’ê ji bo meşa sibe ya dijî Komploya 15’ê Sibatê bang kir

Bi pêşengtiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê sibe dijî komploya 15’ê meşek girseyî tê lidarxistin. MXDŞ’ê banga tevlîbûnê kir.

Li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê, Kurd û dostên xwe dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê a dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser piyanin. Sibe Şengal jî meşek girseyî lidardixe.

Wê meşa bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, di saet 14:00’an de li ser rêya ku derbasî Komelgeha Digurê dibe, destpê bike. Meş wê heya korîdora mirovî ya ku di 13 Tebaxa 2014’an de, ji aliyê gerîla û şervanan ve ji bo rizgarkirina Êzidiyan hatibû vekirin, dewam bike.

MXDŞ’ê xwest her kes tevlî meşê bibe û komploya 15’ê Sibatê bi tûndî şermezar bikin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button