Parlamenter Çepnî: Divê cîhan, daxwaza xweseriyê ya Şengalê fêhm bike

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku rastiya li Şengalê ji aliyê gelek kesî ve nayê zanîn û got, xelkê Şengalê dixwaze bi rengekî xweser bijî.

9’ê Çileyê şandeyek ji HDP’ê ku ji Parlametera HDP’ê ya Êlihê Feleknaz Ûca, Parlamentera Stenbolê Huda Kaya, Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş û Parlamenterê Îzmîrê Mûrat Çepnî pêk dihat serdana Şengal, Mexmûrê kir û rewşa wir ji nêz ve şopandin. Her wiha cihên ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibû bombekirin ziyaret kirin û agahî ji rêveber û xelkê van herêman girtin.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, li ser serdana xwe ya li Şengalê û çavdêriyên xwe yên li herêmê bi ANF’ê re parve kir.

‘JI BO RASTIYA HEYÎ BIBÎNIN Û BIDIN NÎŞANDAN ÇÛN ŞENGALÊ’

Çepnî bal kişand ser îdîayên ne rast ên li ser Şengalê tê kirin û got: “Em li şengalê rû bû rûyê tabloyek balkêş û sersorman hatin. Rewşa şengalê ya heta niha li ser raya giştî dihate zanîn cûdatir û balkêş derket pêşberî me. Li aliyekê ji ber îdîayên nerast ku li ser raya giştî dihatin parvekirin û li aliyê din jî Şengalê bibînin û binasin, serdan kir.

‘JI BO HEQÎQETÊ BIGIHÎNIN RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ’

Heta niha ji ber gelek îdîayên nerast ku li ser raya giştî û dîsa hêzên demokrasî û cîhanê nizane qetlîam li ser civaka Êzidî hatin kirin. Careke din li ser van îdîa û agahiyên şaş qetlîam li ser wan hate kirin. Me şandeya HDP’ê xwest vê heqîqetê derxînin holê û heman demê van agahiyan bi hemû cîhanê re parve bikin, berê xwe da wir.

‘QIRKIRIN DEWAM E’

Parlameterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî destnîşan kir ku xelkê Şengalê di nava mercên zehmet de dixwazin bijî û wiha domand: “Xelkê Şengalê bi pêkhate, bawerî û siyaseta xwe ya heyî civakeke ku dixwaze bijî heye. Civakeke qedîme, di dîrokê de 73 carî ferman bi serê wan hatiye. Niha jî bi qirkirineke DAÎŞ’ê re destpê kirî, heye û piştre bi dorpêçekê re ev yek dewam dike. Civaka ku xwe ji DAÎŞ’ê rizgarkirî niha jî di bin dorpêçê de ye. Bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate revandin û li cihên cuda hatin firotin. Niha jî bi hezaran jin winda ne. Nêzî 200 hezar kes li wir dijîn û bi qasî wan jî li nava kampan in. Li kampan di nava şertên zehmet û dîsa bi asîmlasyonekê re rû bir û ne.”

‘ŞENGAL DIXWAZE XWESER BE’

Çepnî bal kişand ser daxwazên xelkê Şengalê û ev nirxandin kir: Xelêk Şengalê li wir dixwazin bi xwe rêveberiya xwe ava bikin, ji hemû alî ve dixwazin rêveberiya xwe ava bikin. Dema vê jî dike êrîş li ser tê kirin. Mîna bomberdûmana berî niha li ser pêk hat. Di nava êrîş û bomberdûmanê de hewl didin rêveberiya xwe ava bikin û bijîn. Di nava şert û mercên giran de hewl didin vê ava bikin.”

‘DIVÊ RASTIYA XELKÊ ŞENGALÊ HEMÛ CÎHAN BINASE Û FAM BIKE’

Parlameterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî daxwazên gel wiha rêz kir: “Xelkê şengalê anî ziman ku li ser kesê ne gef in. Em ji dîrokê ve li ser esasê biratiya gelan û gelekin li ser vê baweriyê dijîne. Baweriya me rê nade ku em bibin gef ji bo her kesê. Tim em tên tehdîtkirin. Divê ev yek ji aliyê hemû cîhanê ve bê zanîn û famkirin. Li cîhanê hemû kes û aligrê demokrasî û aştiyê vedixwînin ku vê rewşê binasin û fam bikin. Daxwaz ji me kir ku ev heqîqet bê zanîn. Ji ber ku propagandayek mezin a derew heye. Divê ev rastî were zanîn. Dema em jî çûn me pir zelal zanî ku ev rastî nehatiye famkirin. Dema em çû wir me nû zanî ku gelek rastiyên Şengalê em nizanin. Yekane daxwaza gel ew bû ku vê rastiyê bigihînin hemû cîhanê bû. Ji bo vê herkesê vedixwînin wir. Ji parêzvanên mafê mirova bigire heta zindîparêzan vedixwînin wir.”

‘BOMBERDÛMANA LI ŞENGALÊ SÛC E’

Çepnî anî ziman ku dema vegeriyan Enqerê wê rewşa dîtî bikin rapor û ji bo cîhanê ragihînin û ev anî ziman: “Em şandeya HDP’ê dema vegeriya Enqerê em ê bidin nîşandan ku bomberdûmana hikûmeta AKP’ê ya li Şengalê kirî sûc e, sûc kirine. Heman demê hemû rewşa ku me dîtî û şahîdî jêre kirî bişêwazê rapor pêşkêşî raya giştî bikin. Yek ji xebata me ya vegera Tirkiye wê ev be. Ji derveyî vê dîsa qasî dengê me digihêje em ê vê rewşê ji bo cîhanê bînin ziman.”

‘DIVÊ DAWÎ LI DOPRÊÇ Û ASÎMLASYONÊ BÊ ANÎN’

Herî dawî Çepnî ev got: “Xelkê Şengalê dixwaze bijî. Xelkê Şengalê dixwaze bi bawerî û çanda xwe, siyaseta xwe li ser wê axa ku pîroz dibînin, dixwazin bijîn. Ji aliyekê Tirkiye û ji aliyê din PDK û Iraq dixwazin vê dawî li vê dorpêçê bînin. Daxwaz kirin ku her kes dawî li van polîtîkayên asîmlasyon û qirkirinê bînin.”

ANF-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button