Mam Beşîr hate bîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 40 rojiya şehîdbûna xwe de li Şengalê bi girseyî hate  bîranîn

Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxdan pêkhat. Di merasîmê de tevî endam û nûnerên sazî û rêxistinên li Şengalê, gelek welatî jî amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir. Piştre li ser navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm axivî û got; “Pêwîste em wek gelê Êzidî xewn û xeyalên Mam Beşîr pêk bînin ku ew jî vegera li Şengalê û xwedî derketina li axa Êzidxanê ye. Hêvî û daxwaza Mam Beşîr hertim ew bû ku carek din gelê me yê Êzidî vegere ser xaka xwe.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, (TAJÊ) jî Neam Bede axivî û got pêwîste di vê demê de herkes li destkeftên ku bi keda şehîdan hatine bi dest xistin, xwedî derkevin û wiha pêde çu; “Divê gelê Êzidî li hemberî pilanên ku niha li ser Şengalê tên meşandin hişyar be. Ji bo em karibin Şengalek xweser û azad avabikin, divê em li xeyalên Mam Beşîr xwedî derkevin û yekîtiya xwe xûrt bikin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Mam Beşîr hate temaşekirin.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî, Mam Beşîr di 14’ê Kanûnê de ji ber kirîza dil jiyana xwe ji dest dabû û gihiştîbû asta şehadetê.

Show More
Back to top button