Qeys El-Xezalî: Em ê li hemberî bombebarankirina sivîlan bêdeng nemînin

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebaranana sivîlan a bi hêncetên bêbingeh bêdeng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker di saet 22.00’an de hemwext Şengal, Xanesor û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir.

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî li ser hesabê xwe yê twittirê daxuyaniyek da. Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî diyar kir ku wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a serweriya Iraqê û bombebaranana sivîlan a bi hêncetên bêbingeh bêdeng nemînin.

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî wiha tîne ziman: “Di nava vê bêdengiya hikûmeta siyasî de, mixabin binpêkirinên eşkere ya serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve berdewame.”

Qeys El-Xezalî eşkere kir ku piştî ku Tirkiyeyê li ser xaka bakûrê Iraqê baregehên leşkerên avakirin bombebarankirina xelkê sivîl destpê kir.

Berpirsê Tevgera Esaîb Ehlî Heq Qeys El-Xezalî êrişên dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şermezar kir û diyar dike ku dewleta Tirk bêyî guh bide serweriya Iraqê destdirêjiya bejahî û xelkê wê dike û got ku wê qet tehmûl nekin.

NAVENA NUÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button