Balafirên şer Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin

Balafirên şer Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker  Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên keşfê li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digerin.

Wê agahiyên berfireh werin.

Êrişên heta niha li dijî Wargeha Mexmûrê pêk hatine

6’ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 welatiyên Wargehê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13’yê Kanûna 2018’an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Di 15’ê Nîsanê 2020’’an de balafirên keşfê yên bi çek (SÎHA) yên dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 3 jinên ciwan şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîra 2020’an de balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Wargeha Şehîd Rûstme Cûdî (Mexmûr) Çiyayê Qereçox û devera Miştenûr bi dijwarî bombebaran kirin. Ti ziyana canî çênebe.

Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir.

Di 3’yê Îlonê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov navenda Mexmûr bombebaran dikir. Di encamê de dayikek û zarokek birîndar bûn. Ziyana madî li malên derdor bûn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button