Balafirên şer Şengalê bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk Şengalê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, hemwext li gel bombebarana li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şengal jî tê bombebaran kirin.

Di van kêliyan de bombebaran didome. Herwiha balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Di heman demê de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê Teqil Beqil ê girêdayî bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir.

Li Amedê liv û tevgereke zêde ya balafirên şer heye. Gelek balafir li ser hev du ji Fermandariya Binkeya Jetê ya Hewayê ya 8’an rabûn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button